With the support of the Government of the Republic of Armenia, with the assistance of the President of Yezidi National Union - Tamoyan Aziz and senior editor Yezidi gear Public Radio - Sheh Hassan Tamoyan, were reprinted Yezidi language and literature for the 4th class textbook.
Autors - Aziz Tamoyan and Hasan Tamoyan
4. 3
Xwedê k’îye
Xwedê yeke,
Ewî bêþirîk û bêhevale.
Ya Xwedê, ne tö- ij kesî,
Û- ne kes- ij teye.
Xwedêyo,
Te ne t’ifale,
Ne dê, ne bav, ne- kale,
Bêy te- h’emû tiþt betale.
Ya Xwedê,
Tö xödanê þev û r’ojî,
Ya Xwedê, her töyî heyî,
Her töyî layîqî medih’ û senayî.
Xeverê çetin:
1.Bêþirîk- bêheval, bêk’omekdar
2.T’ifal- zar’a ç’ûk
3.Betal- vala, boþ
4.Medih’- pesin, p’ayî
5.Sena- pesin, medih’
Pêþdanîn:
1.Döa’ “Xwedê k’îye” ezber hînvin û bêjin
2.Xeverê çetin ezber hînvin û þirovekin.
PAYÎZ
5. Hans K’rîstîan Andêrsên
(1805-1875)
Bilbil
(bi körtkirina)
1
T’emamîa dinîaêda serake diha k’aw wê nehata dîtinê, ne kö
k’oþka p’adþê Çînstanêbû. Sera baxçekî diha k’aw û bedewva h’e-
sarkirîbû. Baxçeda kölîlkê bedew þîndibûn, lê ij wana ê herebaþ
zengilê wane zîv hebûn, k’îjana h’eta ij bayê lapî nerm dikirne
þîngîn û berê r’êwîa didine xwe.
Ij baxçe der mêþekî bi darê bilind û bi golê k’ûrbû, k’îjan digi-
hîþte h’eylo– kevîa be’ra hêþîn. Bilbil a hima wî mêþeyîda dima.
Ewî isa xweþ distira, wekî me’sîgirê belengazî bin barê derdada
tewyayî, göhdarîa wî dikir, t’or’a xwe bîrdikir.
Ij t’emamîa qölbê dinîayê r’êwî dihatne p’ayt’extê wî p’adþayî.
K’oþkê û xasbaxçe ew zendegirtî
dihiþtin, lê bilbil ew k’ese
e’cêvmayî dihiþtin û bîna wan
gelekî tengdikir. “Lê ê lapî
met’elmayînê bilbile”,- wana
yekdengî digot:
-Bilbilê çi?- p’adþa e’cêv-
mayî ma, çaxê r’êwîkî eþnebî
ber wî serê gilîa vekir. Çima ez
derheqa wîda nizanim?
Ewî xizmetk’arê serayêyî
sereke gazî cem xwe kir.
- Safîdive- teyredeke meye
h’ijmek’armayînê heye- bi navê
bilbil. Ez dixwezim, wekî
4
6. 5
teyrede hima îro virave û seva min bixûne.
-Derheqa wê teyredêda min nebihîstîye, lê ezê biger’im û
bivînim.
- Û awa xizmetk’arê sera p’adþêyî pêþin destpêkir p’êpelîngava
jêr û jor bir’eve, sera û sivderada biger’e, giþta, herç’ka r’astî wî
tên- pirs-pirsyara wan bike. Lê serayêda kesî derheqa bilbilda nebi-
hîstibû.
Axirîyê aspêjxanêda keç’ikeke belengaz dîtin, k’îjanê got:
- Ya Xwedê, bilbil… hûn zanin, k’a ew çawa dixûne? H’ercar, çaxê
ez mêþeva diçime mal û r’ûdinêm r’eh’etvim, ez xwendina bilbil dibi-
hêm. Ç’e’vê min t’ije hêsir divin, lê dilê min isa þadive, qey tê bêjî
diya min tê r’ûê min.
T’emam r’êk’etine berva mêþe. Niþkêva xwendina bilbil mêþe
hilde.
- A, ewe bilbil, bibihên. Awa ew.
Keç’ikê pê t’ilîya xwe teyrada ser ç’iqilê darêyî bilind danî
da k’ivþê.
- Hima eve?- wezîrê p’adþê met’elmayî ma,- çi teyredeke sadeye.
Bilbilê ç’ûç’ik,- aspêja ç’ûk kire gazî,- p’adþê meyî dilr’e’m
7. dixweze göhdarîa te bike.
-Ze’f þame, bilbil got û isa xwend, wekî
k’ese e’cêvbû. Ort’a sera mezinda bona bil-
bil þîþikeke zêr’ nikandîbû. T’emamîa
xizmetk’ara bervbibûn- îzna keç’ka aspêj-
xanêye ç’ûk jî dabûn ser þêmîka derê ser-
ayê bisekine: niha ewê navê aspêja serayê
stendibû.
T’emama xwe xemilandibû û zûr bibûn
dîna xwe didane teyrada gewre ç’ûk. Û awa bilbil isa xweþ xwend,
wekî ç’e’vê p’adþê t’ije hêsir bûn, lê paþê ij sûretê wî hatne xöarê.
- Çi maþî dixwezî, teyreda k’aw,- p’adþê bi dengê ij hêsira
hila hê þil pirsî:
-Min ç’e’vê p’adþêda hêsir dît,- ewî got,- minr’a heqekî din nela-
zime.
Bilbil serayêda xweykirin, qefesa mexsûsda cîwarkirin, îzin
didan r’ojê dö de’na û þevê de’nekî aza seyremîþve. Donzde
xizmetk’ar k’ivþkiribûn, wekî serê qeyt’ana hermiþe lingê wîva
girêdayî digirtin.
2
Carekê boxçekî mezin p’adþêr’a p’êþk’êþ anîn, ser k’îjanî
nivîsarbû: “Bilbil”. Nav qöt’îê bilbilekî nee’slîyî gelekî mînaî ê
e’ynî hebû. Eva seranser bi lal û dör’a xemilandîbû. Besbû
qör’emîþkin, û ewê teyrada nee’slî destpêdikir bixûne û poç’a xwe
bih’ejîne.
- Ev çi e’cêve,- xölam-xizmetk’ara got.-
Bira herdö bilbil t’evayî bistirên: wê bive
cotk’ilama e’ynî.
- Lê ij wê cotk’ilamê tiþte
dernek’et: bilbilê zêndî bi cûr’ê xwe
dixwend, lê ê nee’slî- mînanî sazê
qör’emîþkirî. Wî çaxî bilbilê ne’slî
mecbûrkirin t’enê bixûne. Eva ewqasî
6
8. 7
serfinyazbû, çiqasî bilbilê r’ast, lê ij wê teyreda nek’aw ewqasî
bedewtirbû: seranser dibiriqî û diç’irûsî. Sîwsê cara bilbil xwend
û qet newestîya. Paþê p’adþa xwest göhdarîa bilbilê e’ynî bike.
Ger’yan, lê- nedîtin: ew fir’îbû çûbû mêþê xwe.
T’emamîa salekê k’ete ort’ê. P’adþa û t’emamîa xölam-xizmetk’arê
wî, h’eta cime’tê her sewt û dengekî k’alma bilbilê ne’slî idî ezber
zanibûn. Niha giþta li teyredê vediger’and.
Lê ÿvarekê teyreda nee’slî hima t’eze despêkiribû bixûne, çaxê nav
wê tiþtekî kire ç’iteç’it, kire dijedij, çerx zivir’în, sîmek hate
bir’înê, û xwendin ker’bû.
P’adþê e’mirkir gazî h’ekîmê serayêkin. Lê h’ekîm çi dikarbû
bikira? Gazî hostê seh’eta kirin, ê kö ancax teyrede t’ertîfkir û
îzin da nav salê her t’enê carekê ewê pêvakin.
Mög’darek derbazbû. P’adþa te’l nexweþk’et. Sipîç’olkîbûyî û
tevizî- ew k’etibû cî-nivînê k’aw. Giþta h’esavê mirinê wîr’a dikir,
h’eta- h’ökömdarê t’eze hatibû
bijartinê.
Niþkêva bin p’encera
p’adþê k’ilameke xweþ hate
bihîstinê. Bilbilê ç’ûk
fir’îbû, ij mêþe hatibû-
danîbû û bona p’adþê ber-
teref dixwend.
-Ij te r’azîme, teyreda
delal,- p’adþa nimiz got,- min
ij sînorê dewleta xwe berî
te dabû, lê awa tö hatî û seva
min dixûnî. Bibexþîne min,
h’erke dikarî. Ez çawa bin
qencîya te derêm?
-Tö carekê û dayme bin
qencîya min derk’etî,- bil-
bil got: çaxê min cara pêþin
seva te xwend, min ç’e’vê teda
9. hêsir dîtin û ewê ez t’ö wexta bîrnakim. Hêsir: awa p’êþk’êþa here-
baþ seva dengbêj. Lê niha r’azê û sag’-silamet h’iþyarve. Lê ezê seva
te bixûnim.
Çaxê p’adaþa sag’-silamet h’iþyarbû, p’encê r’ojê ij p’encerê
idî k’etibûne höndör’. Knêza û xölama ew bîrkiribûn. Her t’enê bil-
bilê ç’ûk ij wî alîyê p’encerêyî din dixwend.
- H’eta-h’etayê cem min bimîne,- p’adþa hîvîkir. –Tê her t’enê
wî çaxî bixûnî, çaxê dilê te bixweze, lê bilbilê nee’slî ezê hûrde-
xaþîkim.
- Wê yekê neke,- bilbil hîvîkir: - ewî ewqasî qölixkirîye, çiqasî
karibûye. Bira mînanî berê cem te bimîne. Lê îznê bide min, wekî
bême cem te, çiçax dilê min bixweze. Her t’enê nevêje kesî, wekî
teyredeke teye ç’ûk heye, k’îjan ter’a derheqa h’al-h’ewalê dinîaêda
gilîdike.
Û bilbil fir’î, çû.
Xölam-xizmetk’ar axir-oxir derda hatin- p’adþê mirî bivînin û
ser þêmîkê bûne r’ösas. Lê p’adþê got:
-Siva we xêr.
8
11. Avêtîk’ Îsahakyan
(1875-1957)
AQILBENDÊ ÞEHERÊ NÛKÎMÊ
We’dekî þeherek hebûye- bi navê Nûkîm.
Wî þeherîda ze’f sar bûye- dö zivistan,
havînek. R’okê cime’t ber derê giregira
berevdive, dicive.
- Vî þeherîda idî jîyîn nave, em qefilîn, birao, em qefilîn.
R’avin, her’ne h’izûra p’adþê, bêjnê, h’erke neke dö havîna, zivis-
tanekê, em idî vî þeherîda namînin.
- E’mrê cime’tê ferze,- serk’ar divêjin, wekî aqilbendê þeher
bûne.
Dicivin, r’ûdinên þêwrê û qirardikin her’ne cem p’adþê
hîvîkirinê û wekî dilê wî bik’ir’in, alîê cime’têda k’îske zêr’
p’êþk’êþ divin.
R’imeke dirêj çêdkin, serê wêva k’îsik dardadikin û bi gotna
“P’adþa, tö k’öyî? Em têne h’izûra te”,- r’êberê þeher r’êdik’evin.
Çaxê nav göndekîva derbazdivin, divînin yekî dik’ançî
tiþtekî mînanî alava ÿgir sor difroþe.
-Ew çîye difroþî, bira?- ew dipirsin.
- Bîbere,- dik’ançî divêje.
Cara pêþin bîbera divînin, cara pêþin navê wan dibihên.
- Tiþtê xwerinêye?,- ew dipirsin.
- Tiþtê xwerinêye, lê çawa,- dik’ançî divêje.
- Wekî isaye, mêzînekê ij ya xweye gotî bide.
Qasidê mezin gezekê bîberê dixe, devê wî diþewite, ç’e’vê wî
t’ije hêsir divin. Ew bîberê kewkî ê din dike, ev jî gezekê lêdixe,
kewkî ê din dike. Isa h’etanî qasidê xilazîê. Devê wan diþewite,
dibihênijin û ç’êr’î dik’ançî dikin- r’iya xweda diçin.
Wexta derbazbûna göndekî dinêva divînin sevetada
cîwarkirî… nizanin- çi.
10
12. 11
-Bira, ew çîye difroþî?
- Tirîya.
Cara pêþin tirîya divînin, cara pêþin navê tirîya dibihên.
- Tiþtê xwerinêye?- ew dipirsin.
- Ew jî çawa,- dik’ançî divêje.
- De, mêzînekê bide.
P’era didin, dik’ir’in, dixön, te’m devê wanda dimîne. Lêvê xwe
dalêsin, döa’ dik’ançî dikin- r’iya xweda diçin.
Wexta derbazbûna göndekî dinêva bal dik’ançî tiþtê sipîye
çir’-çir’ divînin.
- Ew çîye difroþî?
- Þêkir.
- Þekir… Ne dîtibûn, ne bihîstibûn.
-Tiþtê xwerinêye?- ew dipirsin.
- Ew jî çawa.
- De mêzînekê bide.
P’era didin, dik’ir’in, kirtekirta wan dixön, te’m devê wanda
dimîne.
Diçin, diçin, te’rî dik’eve e’rdê. R’imê e’rdêda dinikînin,
zêr’ê bi k’îsik r’imêva dikin, ew dorê vedlezin, dilsag’ r’adzên. Diz
13. çawa dikarin r’avne jorê, ij nökölê r’imê k’îskê dardakirî hildin,
qe tiþtê nêzîkî aqilaye?
K’or’eqedêr’a þev r’êwîk wanderava derbazdive, dîna xwe didê
dora r’imeke nikandî meriv þîrin-þîrin r’azayîne. Dîna xwe dide
jorê- serê þîþikêva tiþtek dardakirîye. Þîþikê tîne jêrê,
k’îsik vedike, navda- zêr’ê zer. Zêr’a valayî nav xörca xwe dike, dewsê
xîzgê û qûmê dike k’îsik, þîþikê dîsa dide nikandinê.
Sivêzû aqilbendê þeherê Nûkîmê r’iya xweda diçin. Pirs-
pirsyara digihîjne þeherê p’adþê. Diçin, ber derê p’adþê di-
sekinin. Dergevan cavê dide xölam-xizmetk’ara, evana jî- p’adþê,
wekî ij þeherê Nûkîmê qasid hatine. P’adþa e’mirdike gazî wan li
höndör’kin.
Qasid ber p’adþê t’emenedivin û p’antegirtî disekinin. Qasidê
mezin k’îsik nêzîkî p’adþê dike û divêje:
- P’adþayî xweþve, em alîyê cime’ta þeherê Nûkîmêda bi
hîvkirinekê hatine. Ev k’îskê zêr’a jî me alîyê cime’têda ter’a
p’êþk’êþ anîye. Þeherê me þeherekî ze’f sare: dö zivistan, havînek.
H’erke tö nekî dö havîna, zivistanekê, em þeherê xweda idî namînin,
tö baþ zanivî.
12
14. 13
Qasidê din gotna wî bi serî
îzbatdikin.
Xeznedarê p’adþê, wekî
k’îsik hildabû, göhê p’adþêda dike
p’iste-p’ist, wekî têda dewsa zêr’a
xîzge û qûme.
P’adþa difikire- vana
qestbende dewsa zêr’a xîzge û qûm
anîye, yan- bi dilê sag’? Bona
cêr’ibandinê e’mirdike- sinî
h’ölîyê r’eþ- t’ev bih’okê r’eþ,
daynne ber wan. Qasid dik’evne
ser, qasidê mezin divêje:
- Gelî lawika, pêþda em ê
ling bixön- ner’evin. Ê bêling xölamê mene.
P’adþa çapa aqilê wan divîne û vedger’e ser wan- divêje:
-Her’ne malê xwe, h’etanî hûn bigihîjne cî, havînê jî
hatîve.
- T’extê te meh’kem bimîne,- qasid divêjin û eþq-þa vedger’ne
þeherê xwe.
Xeverê çetin:
1.Aqilbend- merivê zane, xwendî
2.Giregir- mervê serk’ar, mezin
3.Qefilîn- sermakirin
4.H’izûr- hazirî
5.K’îsik- t’or’ê ç’ûk
6.Qasid- wek’îl
7.Sevet- derdane, ij ç’iqilê daraye ter’ tê çêkirinê
8.Nököl- serî, serê tiþtekî tûj
9.K’or’eqedêr’a- bextê xiravr’a
10.Xörc- t’êr’ê ç’ûk
11.Xîzge- qûm
12.Dergevan- ê kö qerewiltîê dêrî, malê dike
15. 13.T’emenedivin- xwe berjêr dikirn, r’azîbûna xwe e’lamdikin
14.P’antegirtî- t’emenebûyî, xweberjêrkirî
15.Xeznedar- ê miqatî xeznê dive, ê miqatî hebûkê dive
16.T’ext- k’örsî, r’ûniþteka p’adþê
17.Meh’kem- qewîn
Pêþdanîn û pirs:
1.E’frandarê h’ikyatê k’îye?
2.Navê þeher çi bû?
3.Þeherê Nûkîmêda çend zivistan û havîn hebûn?
4.Cime’ta þeherê Nûkîmê çi qirarkir?
5.Giregirê þeherê Nûkîmê seva p’adþê çi p’êþk’êþ hildan?
6.Çaxê bîber xwerin, çi bû?
7.Çaxê tirî û þekir xwerin, çi bû?
8.R’êwî çi kir?
9.Xeznedar göhê p’adþêda çi got?
10.P’adþê çi gote qasida?
11.H’ikyatê hînvin û sirêdor gilîkin
12.Xeverê çetin hînvin û þirovekin
13.Bi xeverê çetin cömla t’eþkîlkin
14
16. 15
Beþirê Laliþê
LALIÞ Û ÞENGAL
Laliþa xweþ- ew warê ewlîya û embîyaye,
Di ç’îayê Þengalêda bi ser zinêrda p’aldaye,
Te h’emêzkirîye ç’îayê H’izert û E’reftaê,
Ez p’ir’ zanim bi qedrê te, nirxê te p’ir’ bihaye.
Li ser axa teye þîrin gelek zölm meþandin,
K’edxwer di xûnêda xeniqîn, bawerî neþikênandin,
Bi h’ezara mêrxasa xwe fedakirin,
Bi xûna xwe warê te sit’irandin.
Armanca neyara ew bû, kö te ij binda xiravkin,
Bi beyantî ÿzdîtîê ij p’elê dîrokê r’akin,
Lema jî 72 ferman wan li ser me meþandin,
Agir berdan dil û görç’ik, göha h’eta mêlakê.
Oldarê me digotin: “Madî Þerfedînê r’ave,
Gör û mî t’ev wê biç’êrin, dinîa bi hev wê þave,
17. Emê aza, serfinyaz bijîn t’ev- weke bira,
Zölm û zordarîya neyar wê r’ojê wê belave”.
(p’arek)
Xeverê çetin
1.War- cî, misk’en,
2.Ewlî- mervê t’emiz, payî
3.Embî- k’oçek, p’êxember
4.H’izret û E’refat- navê ç’îayê nêzîkî Laliþêne
5.Nirx- qîmet, biha
6.Ax- xwelî
7.Meþandin- pêþdabirin, t’eþkîlkirin
8.K’edxwör- ê k’eda meriva dixön
9.Xwe feda kirin- xwe köþtin, xwe nehêwiþandin
10.Sit’irandin- xweykirin, sit’arkirin
11.Armanc- miraz, merem
12.P’el- r’û, cî
13.Ferman- e’mir, qir’
14.Mêlak- ceger
15.Oldar- t’irêq, dîndar, xwedênas
16.Neyar- dijmin, ne heval, ne k’omekdar
Pirs û pêþdanîn:
1.Ç’îayê Laliþê û Þengalê k’öne?
2.Ç’îayê H’izretê û E’refatê k’öne?
3.Bi h’ezara mêrxasa çima xwe fedakirine?
4.Çend ferman li ÿzdîa meþandine (r’akirine)?
5.Ferman çîye?
6.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
7.Xeverê þiêrêye çetin hînvin û þirovekin
8.Xeverê þiêrêye çetin nav cömla bidine xevtê
9.Þerfedîn k’îye?
16
18. 17
R’ASTE, EM ŸZDÎNE
(k’ilama cime’tê)
R’aste, em ÿzdîne,
Sal û zemana xweyê ocaxê þêx û p’îrê xweye qedîmîne,
Em xweyê dînê xweyî Þerfedînî nazikîne,
Em miletê Melek Taûsê nûranîne,
Xweyê beyraqa sor û sipîne.
Em îro dinîayê belabûne,
Lêbelê, dinîaêda cara pêþin pêþîk’êþê milet E’zîzê E’emr, pê
dewletê- welatê ermenîa û Avropayê em dane naskirin milet, isa jî-
zimanê ÿzdîkîye.
Kirinê E’zîzê E’mer ze’f mezinin:
Derxistin r’adîo, gazêt, devt’er, þkolê ÿzdîkîye,
Isa jî- devt’erê yekê h’etanî dehaye.
E’zîzê E’mer, nav û dengê te sal û zemana ziyaretî wê bimîne.
Xeverê çetin:
1.Zeman- we’de, dewr
2.Qedîm- kevn
3.Nûranî- r’onayîdar, þewqdar
Pirs û pêþdanîn:
1.K’ilamê ezber hînvin û bêjin
2.Xeverê çetin hînvin û þirovekin
3.Tawisî Melek k’îye?
4.Beyraqa ÿzdîya çi r’engîye?
5.E’zîzê E’mer seva miletê ÿzdî çi kirîye?
19. CÖMLE Û P’ARÊ CÖMLÊ
Divêjne wê gotinê cömle, k’îjan fikrekê, me’nîkê
nîþandike. Cömlê kört, ne fire, vekirî hene.
Cömlê kört ij dö-sê xevera çêdvin û fikrekê nîþandikin,
mesele: H’eso got. Vira xevera pêþin- “H’eso”, fêlkere- yan jî- kir-
yare, lê xevera “got”- fêlgotîye. “H’eso got” cömla ij dö xeveraye.
Isa jî- “H’eso nivîsî”, “Tîtal hat”. Xeverê “H’eso” û “Tîtal” fêl-
kerin (yan jî- kiryarin), lê xeverê “nivîsî”, “hat”- fêlgotîne.
Cömlê vî cûr’eyî, ê ij dö xevera, cömlê körtin, ne firene,
ew kört hatne gotinê, lê cömlê fire, ê vekirî ij sê-çar û zêde xevera
têne çêkirinê. Mesele, H’eso ne’me nivîsî. Vira tê gotinê, kö kirina
H’eso, k’arê nivîsara ne’mêbû, lema jî divêjin “H’eso ne’me nivîsî”.
Eger pirskin: “H’eso çi kir?”. Emê bêjin: “H’eso ne’me nivîsî”. Ew
xeverê, kö cava pirsê “çi kir?” û “çi dike?” didin, wan xeverar’a di-
vêjin “berk’ar” (yan jî- berkiryar): te çi kir?, tö çi dikî? cav: min
ne’me nivîsî, ez xevatê dikim. Li van herdö cömlada xeverê “ne’me” ,
“xevat” berk’arin, li ber k’arê kirinêne, lema jî divêjne wan
berk’ar, berkiryar (yan jî- berfêlk’ar).
Xeverê kiryar (fêlker) û fêlgotî h’îmê cömlêne, ew herdö
xever xeverê cömlêye h’îmlîne, dora wan cömlê kört û fire çêdvin,
cömlê vekirî, venekirî çêdvin.
Pirs û pêþdanîn:
1.Divêjne k’îjan gotinê cömle?
2.Fêlker û fêlgotî çine?
3.Cömlê çi cûr’eyî hene?
4.K’îjan xeverar’a divêjin berk’ar yan- berkiryar?
18
ZIMAN
20. 19
5.Cömla “Min av vexwer”-da fêlkerê û fêlgotîê bidine k’ivþê.
Cûr’ê cömla û me’na gotinê
Xeverdanêda her gilîk meremê wî heye. Bi meremê xwe cömle
ê cûr’e-cûr’ene.
Ev cûr’ê cömla hene:
1) ê gilîkirinê
2) ê pirsa
3) ê fermanîê (k’îjan e’mir dike ser yekî/yekê).
1)Cömlar’a, k’îjanada derheqa tiþtekîda tê gilîkirinê, di-
vêjin cömlê gilîkirinê, yan jî- cömla qisekirinê.
2)Cömlêr’a, wekî têda pirs tê kirinê, divêjin cömla pirskirinê.
3)Cömlêr’a, wekî têda fermanê dikine ser yekî/yekê, yan-
e’mirdikin, divêjin cömla fermanîê.
Pirs û pêþdanîn:
1.K’îjan cömlar’a divêjin ê gilîkirinê/qisekirinê?
2. K’îjan cömlar’a divêjin ê pirskirinê?
3. K’îjan cömlar’a divêjin ê fermanîê/e’mirkirinê?
4.Sê cömla binivîsin: ê gilîkirinê, pirskirinê, fermanîê
1) Cömlê gilîkirinê
Payîz hatibû, bayê sar dihat, belgê darê fêkîya h’ewþa meda dadi-
weþandin, r’engê belga qîç’ik û zer bibû, belgê dara qerç’imîbûn, çaxê
ba dihat, dibû xiþe-xiþa dara, lê tîrêncê te’vê li nav darê zerdala û
sêva diç’irûsîn, dibriqîn, û kêfa merîa xweþ dikirin, wana bi
dilþayî, bi k’en û stiran fêkî ij ç’iqlê dara diçinîn, dikirne
seveta, dibirne k’îlera.
21. 2)Cömlê pirskirinê
Cömlêda xevera pirskirinê dengê bilind tê gotinê. Wê xeverê emê
cömlê jêrgotîda k’ivþkin:
1)K’ê her’e ger’ê?
2) Ewê k’engê her’in?
3)Zar’ê k’öda her’in?
4)Zar’ê her’ne ger’ê?
1.Zar’ê sivê her’in ger’ê?
2.Zar’ê sivê her’in ger’ê?
3.Zar’ê sivê her’ne ger’ê?
4.Zar’ê sivê her’ne ger’ê?
Pêþdanîn:
1.Cömlê
a)Îro wê bive civata þagirta?
b)Semend bona sivê bilêta kînoyê k’ir’î?
v)Mek’t’eva weda t’embel hene? bixûnin û dengê xwe li ser wê xe-
verê bilindkin, k’îjanê hûn pirsdikin.
2.Cömlê jorêda xeverê h’îmê cömlê (kiryar û fêlgotî) bidine
k’ivþê û pirsa wan bikin.
FÊLGOTÎ
Cömlêda xevera serekeye, ew bi fêlkerva girêdaîye, cava van
pirsa dide: (yanê- meriv) çi dike?, çi tiþte?, çi merive?, k’îye?, çiye?
Fêlgotî herdem bi fêla tê gotinê. Fêlgotî h’emû wextada teherê
kirin û bûyînêda têne gotinê.
Pirs û pêþdanîn:
1.Fêlgotî cömlêda k’îjan xevere?
2.Fêlgotî cömlêda t’ev çi girêdaîye?
20
22. 21
3.Fêlgotî cava çi pirsa dide?
4.Çend cömla binivîsin û fêlgotîyê û p’evgirêdana t’ev fêlkerê
bidine k’ivþê
Endamê cömlêye þirovekirinê
Wan xeverar’a divêjin endamê cömlêye þirovekirinê, k’îjan
xeverê cömlêye h’îmlî (kiryar û fêlgotî) þirovedikin. Cömlêda
fêlxwez, xeysetnav û fêlnîþ têne h’esavkirinê endamê cömlêye
þirovekirinê.
Fêlxwez- endamê cömlêyî ne serekeye, ew cava van pirsa dide:
çi kir?, çi dike?,
Navê meriva û cînav hergav cömlêda fêlxwez têne h’esavkirinê.
Bê dar ÿxist, ba darê dixe, van herdö cömlada xevera dar fêlxweze,
ew cava pirsa dide- çi kir? ba çi dike? dide.
H’alnîþê kirinê û bûyînê. Wan xeverar’a divêjin h’alnîþê kir-
inê û bûyînê, k’îjan h’alê kirinê û bûyînê nîþandikin. Cömlêda
fêlnîþ hergav mîna h’alnîþê kirin û bûyînê têne xevtandinê. Ew
cava van pirsê jêrin didin:
k’engê? çawa? ij k’îderê? k’öda? nav çir’a?
Payîzê lêya baranê r’abû, nav newalar’a dik’iþya, berbi deþta
Êrêvanê diçû.
Vê cömlêda xevera “payîzê” cava pirsa k’engê lêya baranê r’abû
dide: payîzê lêya baranê r’abû. Vira xevera “payîz” xevera “r’abû”
þirovedike. Isa jî xeverê “nav newalar’a” cava pirsa nav çir’a di-
k’iþîya? didin. Ew xevera “dik’iþîya” þirovedikin. Xeverê “berbi
deþta Êrêvanê diçû” cava pirsa berbi çi diçû? didin. Cömla jorinda
xeverê k’engê, k’öda (berbi çi), nav çir’a cava pirsê wext, cî û teherê
kirinê û bûyînê didin, ew h’alê kirina fêla nîþandikin.
Xeverê t’ayînker. Wan xeverar’a divêjin xeverê t’ayînker, k’î-
jan cava pirsê çawane?, çi cûr’eîye, ê/ya k’ê? ê/ya çi? didin. Jorê
nivîsarbû “Lêya baranê r’abû”. Eger bêjin lêya çi? wê cavê bidin,
bêjin, lêya baranê. Xevera “baranê” cava pirsa lêya çi? dide. Isa jî
deþta Êrêvanê. Xevera Êrêvanê xevera deþt t’ayîndike, çimkî cava
23. pirsa deþta çi dide? divêjin deþta Êrêvanê.
Cömlê jêrinda li binîya xeverê t’ayînkerda cig’îz hatîye
k’iþandinê, ew cava pirsê çawa? çi r’engî?, ê/ya k’ê?, ê/ya çi? didin.
Hûn wan cömla bixûnn û pirsê isa bikin.
Belgê qîç’ik dik’evin, hêlîna ç’ivîka valabûye, barana hûr dibarî,
xûþka min hîndive, e’wrê r’eþ r’abû, belgê daraye zer dik’evin,
k’itêva zimanê ÿzdîkî, dosta te, zinarê bilind, xanîyê nimiz.
Cömlê jêrin deft’era xweda binivîsin: endamê cömlê nîþan-
bikin.
Ba ç’iqlê darê þkênand, Ç’ivîk fir’în, Aþvan genim hêra, Bayê
hênik hat, Þagirt li meydanê k’ombûne, Biç’ûk û mezin dilîzin, Ewî
gilîkî e’cêv minr’a kir, Zar’ r’ind dersê xwe hazirdikin, Dersdar
gelekî wan r’azîye, Hevalê h’elal alî hev dikin, Zar’ dora sivrê
r’ûniþtine û çaê vedixön, Dara sêva h’ewþa meda þînbûye, Em herr’o
sêva jê dadweþînin, Bostanê meda kartol, pîvaz û gizêr þîndivin,
Döh ÿvarê te’vê r’ind dizeriqand, Þagirt seh’eta h’eyþta diçne
mek’t’evê, zimanê dê hîndivin, Baran hat, bû e’wravî.
Sipartin:
1.Van cömlê jorin welger’înin, bikne cömlê pirskirinê.
2.Bi alîk’arîa pirsa cava pirsa bidin û nîþanbikin, k’a k’îjan
xever kiryarin, k’îjan fêlxwezin, k’îjan xeverê h’alnîþin, k’îjan
jî- xeverê t’ayînkerin?
SEWTZANEBÛN
Sewtzanebûn ö’lmê hînbûna pêþdahatina sewtê xeverdanêye. Ew
þirovedike, k’a bi çi cûr’eyî û bi alîk’arîa çi endamê xeverdanê
sewt çêdvin.
Endamê xeverdanê
Dema xeverdana meriva ev endamê jêrin dixevtin: gewrî, dev,
22
24. 23
diran, ziman, lêv, poz, pirî û xidîk. Dema xeverdanê hewa devê merî-
yar’a, nav lêva û bêvlêr’a dertê. Bi vî cûr’eyî endamê xeverdanê digi-
hîjne hev, yan jî- ij hev dûrdik’evin. Bi alîk’arîa xevata dirana,
zimên, lêva û xidîkê zimênda cûr’e-cûr’e sewt çêdvin. Ij sewta xever
çedvin, her xeverek fikir û me’na wê heye.
Derheqa sewtada
Zimanê ÿzdîkîda dö cûr’e sewt hene:
sewtê denganî (dengdar) û sewtê bêdenganî (ne dengdar).
a)Sewtê denganî
Wan sewtar’a divêjin sewtê dengdar, k’îjan dengê wan heye.
Sewtê dengdar dirêj û kin têne gotinê. Ew isa jî bilind û nimiz têne
gotinê. Ew cîyê, kö sewt lê p’eydadivin û derdik’evin, wî cîyîr’a
divêjin cîderka sewta. Devê merivada cîderka sewtê denganî dö
cîyane. Hine sewtê denganî devê merivada li pêþ p’eydadivin, lê ê
mayîn devê merivada li paþîê p’eydadivin. Ew sewtê dengdar, ê
cîderka wan li pêþe, wan sewtar’a divêjin ê r’êza pêþin, lê ew
sewtê, kö cîderka wan paþe, wan sewtar’a divêjin sewtê denganî-
ê r’êza paþin.
Sewtê denganîye r’êza pêþin
1.a: av, agir, anîn, ajotin, ap
- alav, alastin, baran, gar’an
- ga, ba, ç’ira, bira.
1.e: ez, ev, ew, eger, eglebûn, evin, ek’in
-esker, elek, ç’êlek, ÿlek, dew
-fire, sade, de, se, warge
1.e’: Li destpêbûn û nîvê xeverada tê gotinê:
25. - e’yar, e’wr, e’mir, e’t’b, e’ynî
- r’e’wir, te’rî, me’nî, be’r, te’l, de’w
Sewtê denganîye r’êza paþin
1.ê: ê, êr, êqîn, Êrêvan
2.î: îro, îcar, înî, nîr, kanî, k’ir’în, bir’în
3.ö: kör’, tö, hörmê, r’öh’, qöl, xölam, þöxöl, körm
4.o: olo, ode, ove, ot’ax, once, bor, dor, sor, kor, zome, jor, to, bo,
r’o, zo, Simo, so, ko
5.û: ûrt’, dû, r’û, mû, biç’ûk, k’ûvî, r’ûvî
6.i: kirin, bira, ç’ira, simil, dil, mil, mezin, bazin, gîsin, pesin,
sîtil, Silo
7. ÿ: ÿge, ÿvar, ÿzdî, ÿl, ÿlek, ÿm, ÿmîþ, ÿp’êce, ÿrat’î, ÿrdek
Sewta denganîye r’êza navîn
I sewta denganî- ya r’êza navîne, ew kine, t’êkele, bêy alîk’arîa
lêva p’eydadive û sergirtîye. Xeverdanêda eva sewta ser qanûnê r’êzi-
manîê gele cara dewsa sewtê kört tê xevtandinê. Mesele: kirin, birin,
k’etin, bizin, hatin, mezin, gazin, mil, dimis, k’ils, hiþtin
Sewta Y
Xêncî van sewtê jorin, nav zimanê me sewtek heye, k’îjanêr’a
divêjinê sewta y, k’îjan mînanî î-ye, lê, kine, nîvdenganîye,
nêzîkî sewtê bêdenganîye, a lema jî banga die’frîne, mesele: ya,
ç’îya, hevaltîya me, mala biratîyê, p’eyda, seyrkirin, beyt’.
24
26. 25
b) Sewtê bêdenganî
Wan sewtar’a divêjin sewtê bêdenganî, k’îjan bê bangin. Çaxê
gotna wan, yanê jî- çaxê p’eydabûna wan, ew banga nae’frînin. Him
jî- ew ne bilind, ne jî nimiz têne gotinê. Ew isa jî ne kört, ne jî
dirêj têne gotinê.
Sewtê bêdenganî zimanê ÿzdîkîda 29 h’evin. Ew sewt evin: b, v, g,
g’, d, j, z, k, k’, l, m, n, p, p’, r, r’, s, t, t’, f, x, h, h’, ç, ç’, þ, c, q, w.
Pirs û sipartin:
1. Bi deng van xeverê jêrin bixûnin û nîþan bikin, k’a bi
alîk’arîa k’îjan sewtê denganî ij hev têne cödakirinê?
a) bar, ber, bir, bîr, bol
b) kar, kor, ker’, kir
v) k’er, k’oz, k’ir’
g) mal, mil, mî
g’) dar, dör’, dûr, der, dir’
2. Bi dengê bilind van xeverê jêrin bixûnin û bêjin, k’a bi k’îjan
sewtê bêdenganî ew ij hev têne cödakirinê?
a) karî, kanî, kon, kor, kir, kil
b) sal, mal, kal, xal, bal, h’al
v)berek, serek, merek
g)ka, ba, ga, ma, na
g’)þêr, k’êr, dêr, nêr, xêr, bêr
d) berx, çerx
ê) poz, doz, t’oz, k’oz, moz
3.Van xeverê jêrin binivîsin û sewtê denganî û bêdenganî nîþan-
bikin:
dar, zer, ç’e’l, kar, k’etin, köþtin, hûr, h’ûr, bor, bar, bir, bîr, bîn,
ker’, mer’, wer, wir, xan, gaz, bag’, sax, r’eqîn, þeqîn, t’eqîn, jar,
jor, dû, bese, k’ese, sî, mî, cî, çar, ç’ar, h’erf, zor, sor, mor, dêr, k’êr,
bêr, cêr’, t’êr’, kêr’, þêr, þîn, k’în, bîn, dîn, qol, qöl, sol.
27. K’omê sewtê bêdenganî
Cîderkê sewtê bêdenganî li devê meryada p’areveyî ser çend cîya
divin. Cîkî sewtê bêdenganî ij hev zelqandina endamê xeverdanê
p’eydadivin, cîkî jî- ew qelîþteka devê merîyar’a p’eydadivin. A
lema jî h’iþkî û nermaya hev zeliqandina endamê xeverdanê (gewrî,
diarn, ziman, lêv, xidîk) û firebûn û tengbûna qelîþteka endamê
xeverdanê sewtê bêdenganî p’eydadivin. A lema jî sewtê bêdenganî
p’areveyî ser van k’omê jêrin divin:
a) sewtê ij zeliqokîê p’eydabûyî
b) sewtê nav qelîþtokar’a p’eydabûyî
v) sewtê ij zeliqokî- ê nerm, nîvdengî p’eydabûyî.
a) Sewtê zeliqokî
Sewtê zelqokî ew sewtin, k’îjan endamê p’eydakirina wan hevva
têne zeliqandinê. Sewtê ij zeliqandina endamê xeverdanê p’eydadi-
vin, evê jêrinin:
b, g, d, k, k’, p, p’, t, t’, ç, ç’, c, q.
1. b: bav, baran, bira, bend, beden, berbang, bermalî, bijartin,
r’eben.
2. g: bager, deng, giran, gûnî, girî, gör’, r’eng
3. d: dayîk, dar, der, derd, derdan, dadan, dûr, dîwan, r’ind
4. k: ka, kanî, kar, keç’, ç’êlek, berek, merek, belek, kon, kor, kevir,
kakil, karvan
5.k’: k’a, k’ar, k’êr, k’ûr, k’ilît, k’êran, k’er, berk’, k’itêv, k’etin,
k’itan
6.p: pîr, pîvaz, payîz, pez, parzûn, ç’ep, çapkirin, lipitîn, sap,
xapandin
7. p’: p’ar, p’îr, p’ê, p’ilte, p’oxîn, p’arxan, p’ak
8. t: tîr, sîtil, to, tö, te’jî, xet, k’etin, kotin
26
31. Sewtê ser nîveka zimên
Wan sewtar’a divêjin sewtê nîveka zimên, k’îjan ser nîvê
piþteka zimên çêdivin. Sewtê ser nîveka zimên evin: k, k’, g.
1. k: ka, kor, kanî, bûk, sêrek, kakil, þikir, kör’
2. k’: k’a, k’ê, k’ar, k’om, k’êran, berk’, k’itan
3. g: gere, gavan, deng, ba’ger, bang, gol, göl.
Sewtê pêþzimane bi ç’ingîn
Sewtê pêþziman ê ç’ingîn ew sewtin, k’îjan bi alîk’arîa serê
zimên çêdivin û ç’ingîn t’ev heye. Sewtê pêþzimên ê bi ç’ingîn evin:
c, ç, ç’.
1. c: car, cêr’, ce’nî, birinc, k’inc, birc, görc, qenc
2. ç: çar, çol, çil, çîl, çile, çok, birçî
3. ç’: ç’e’l, ç’ilek, ç’ivtîn, ç’e’v, ç’ira.
Sewtê pêþzimane nerm
Sewtê pêþzimane nerm ew setin, k’îjan bi alîk’arîa serê zimên
û nîveka wî çêdivin, xwexa nerm û tîtalin. Sewtê pêþziman ê tîtal
evin: l, n, r, r’.
1. l: lêv, landik, lep, mal, xal, lawik
2. n: nav, nan, nîk, nok, nûr, xönav, don, sond
3. r: bîr, sîr, tîr, sor, mor, kor
4. r’: r’ind, r’ast, r’o, r’ê, r’ext, dör’, p’er’.
Sewtê xidîkîê
Sewtê xidîkîê ew sewtin, k’îjan ij gewrîyê dertên û ber xidîkê
p’eydadivin.
Sewtê xidîkîê evin: g’, x, q.
30
32. 31
1. g’: ag’a, bag’, deg’elî, dag’
2. x: xal, xanî, xûþk, xûn, berx, r’ex, wext, bext
3. q: qaz, beq, r’eq, qar’în, silq, soqaq, qawûn.
Sewtê hûkirinêye nav gewrîê
Sewtê hûkirinêye nav gewrîê ew setin, k’îjan bi hûkirinê nav
gewrîêr’a çêdivin.
Sewtê hûkirinêye nav gewrîyê evin: h, h’.
1.h: ha, hêdî, hêja, havîn, bihar, biha, ziha, meh, hûr, hewa
2. h’: h’oç’, r’öh’, p’ih’în, h’evt, h’iþ, h’eyran, bih’ok.
Pirs:
1.Bêjin, sewt p’areveyî ser çend k’omê mezin divin û navê wan
k’oma çîye?
2. Bêjin, çend k’omê sewtaye ç’ûk bi alîk’arîa endamê xeverdanê
hene û navê wan çîye?
3. Çima navê sewta danîne sewtê lêva, sewtê lêva û dirana, sewtê
paþziman, sewtê ser nîveka zimên, sewtê pêþziman, sewtê xidîkê,
sewtê hûkirinê, ê nav gewrîyê?
BANG Û DERBDANÎN
Zimanê meda xever p’areveyî ser banga divin. Mesele, ba-ran, þi-
van, gi-ran, ki-rin, köþ-tin, bi-zin, bi-zir.
Xeverêda çiqa sewtê denganî hevin, ewqas jî bang têda hene.
Mesele, xevera mal- da t’enê sewteke denganî heye, a lema jî ew xever
ij bangekêye. Xevera baran- da dö sewtê denganîne, a lema jî wêda
dö bang hene: ba-ran, xevera nêç’îrvan-da sê sewtê denganî hene, a lema
jî wêda sê bang hene: nê-ç’îr-van.
33. Xeverê yekbangî û p’ir’bangî
Xeverê yekbangî ij sewteke denganî û sewtê bêbangî çêdivin, lê
xeverê p’ir’bangî- ij gelek sewtê denganî û sewtê bêbangî çêdivin.
Xeverê yekbangî- ew xeverin, k’aîjanada sewteke denganî heye,
lê têda isa jî sewtê bêbangî hene. Hene xever, wekî sewteke
bêbangîva têne gotin, xever jî hene, wekî çend sewtê bêbangva têne
gotinê, mesele: ba, ÿl, çar, r’eng, piþt, tiþt, mil, mal, lep, xûn, dil,
zîn, dîk, ar, av, bav, xal, sal.
Xeverê p’ir’bangî- ew xeverin, k’îjan ij dö, sê, çar û zêde ban-
gane, mesele: ka-nî, ba-ran, þi-van, cen-dek, ser-k’ar, mer-t’al, mir’-
can, he-val-tî, bi-ra-tî, gö-vaþ-tin, fi-r’in-de.
Nav xeverê jorê, ê yekbangî û p’ir’bangî dö cûr’e bang hene. Bang,
xilazîya k’îjana sewta denganîva k’ötadive, divêjne wan bangê
servekirî.
Mesele: ba, r’ê, to, t’a, t’î, ka, kö, dû, mî, sî, p’ale, ode, Simo, Mîro,
kanî, mêþe, p’ira, sirê, e’rebe, mêranî, hevk’arî.
Bang, paþkoka k’îjana sewtê bêbangîva k’ötadivin, wan bangar’a
divêjin bangê sergirtî, mesele: mal, can, kon, par, beq, don, piþt,
dost, gönd, pez, k’as, cêr’, bir’, r’ez, gav, cendek, esker, sêrek, cînar,
mizgevt, hiþtin, köþtin.
Sipartina 1-ê:
Van xeverê jêrn bixûnin, xeverê yekbangî, döbangî û p’ir’bangî
ij wan bi sirê pey hev deft’era xweda binivîsin:
R’oj, der, dost, r’eng, r’ast, mî, sî, dar, h’esp, ga, r’ê, golik, kevir,
heval, gavan, cefa, berge, h’estû, biratî, cînartî, göhêr’în, wêran,
av, ban, mêranî, nivîsar, hostatî, dostî, bager, zirav, girtin, xwendin,
xeniqandin.
Sipartina 2-a:
Van xeverê jêrin bixûnin û bidine k’ivþê, k’a çend bang xeverada
hene. Xevera deft’era xweda bi vî cûr’eyî binivîsin:
32
34. 33
1.Pêþda navê k’inca binivîsin
2.Paþê navê h’eywana binivîsin
3.Lê paþê jî navê teyreda binivîsin
4.Pey wan navê hacetê xwelîbêcerkirinê binivîsin:
kiras, ç’êlek, þalik, bizin, gîsin, dirmix, ÿlek, golik, nêrî, gîsk,
mîr, qaz, kevir, eyle, ga, berx, çarix, sol, mêk’öt, k’olos, kondere,
kevotk, werdek, ce’nega, beran, mer’, de’s, nogin, arxalix, sêt’ilî,
þene.
Bangê sergirtî
Bangê sergirtî ew bangin, k’îjan axirîa wan sewta bêden-
ganîva xilazdive. Mesele:
a) mal, can, kon, par, beq, don, piþt, dost, gönd, pez, k’as, cêr’,
bîr, r’ev, gav.
b) Cen-dek, es-ker, ser-k’ar, mer-t’al, miz-gevt, sten-din, hiþ-
tin, köþ-tin, dew-let, gir-tin, xwen-din, ders-dar, pis-mam.
Sipartina 1-ê:
Van xeverê jêrin bixûnin paþê xeverê yekbangî, döbangî,
p’ir’bangî ber bigrin û bi sirê pey hev binivîsin.
R’oj, dêr, r’eng, r’ast, deþt, mî, sî, bî, dar, h’esp, ga, golik,
kevir, heval, neh’î, ze’va, berge, h’estû, biratî, göhêr’în, wêran, av,
ban, nivîsar, hostatî, zirav, canbêzarî, nêç’îrvan, xeniqîn,
xeniqandin.
Sipartina 2-a:
Van xeverê jêrin bixûnin û bidine k’ivþê, k’a çend bang her
xeverekêda hene. Xevera deft’era xweda bi vê peyhatinê binivîsin:
1.Pêþda navê k’inca binivîsin
2.Paþê navê h’eywanê malê binivîsin
3.Lê paþê jî- navê teyreda binivîsin
4.Pey wan- navê hacetê xwelîbêcerkirinê binivîsin:
35. kiras, ç’êlek, hevalkiras, bizin, ç’ivîk, gîsin, qaz, tevir, t’ûdî,
gîsk, ga, bêr, ÿlek, arxalix, nîr, kar, golik, balt’e, qöling, beran,
k’öling, mer’, tap’an, mêk’öt, þal, k’olos.
DERBDAYÎN
Zimanê meda xeverê yekbangî û p’ir’ibangî hergav derbdayînêva
têne gotinê. T’eqil gotina bangê xeverar’a divêjin derbdayîn. Banga
t’eqilr’a divêjin banga derbdayî, k’îjan t’eqil û bi derb tê gotinê,
lê wî bangîr’a divêjin bangê derbnedayî, k’îjan bêt’eqil û bêderb
tê gotinê.
Nivîsarê derbadyînê bi nîþana (°) didine k’ivþê. Xeverê yekbangî
hergav derbdayînêva têne gotinê, lê xeverê p’ir’bangîda hergav bangê
paþin t’eqil, bi derb têne gotinê, mesele: ma°l, ga°, sê°, bê°r, ko°n, do°r,
xe°t, me°t’, a°v, ba°v, na°n, na°v, gar’a°n, ç’îr’o°k, heva°l, bira°, bizi°n, girti°n,
k’ir’î°n, nalî°n, þîri°n, kör’i°k, keç’i°k, biratî°, hevaltî°, dostî°,
hevk’arî°, ger’andi°n, ç’êrandi°n, r’ûniþtandi°n.
Sewta denganî bi derbdayîn û bêy derbdayîn têne gotinê. Sewtê
bêdenganî bi zingîn, ç’ingîn, h’iþk û ne h’iþkin. Herdö k’omê sewta
bi h’erfa têne nîþankirinê.
Sewtê denganî bi h’erfê a, ê, e, e’, î, o, ö, û, i, ÿ têne nîþankirinê,
lê sewtê bêdenganî bi h’erfê b, v, g, g’, d, j, z, y, k, k’, l, m, n, p, p’, r,
r’, s, t, t’, f, x, h, h’, ç, ç’, þ, c, q, w têne nîþankirinê.
Zimênda çiqas sewt hene, ewqas jî h’erf hene. Xevera “gar’an” ij
dö sewtê denganî û sê sewtê bêdenganî hatîye çêkirinê.
Xevera “gar’an”-da derbdayîn li ser banga paþin dik’eve: gar’a°n.
Sewtê denganî bi alîk’arîa h’erf “a” herdö bangada hatne
nivîsarê. Bang bi alîk’arîa h’erfê “g”, “r’”, “n” hatne çêkirinê. Xe-
vera “gara’n”-da pênc sewtin, pênc h’erfin.
Xevera “kal”-da bangeke, sewta “a” bi h’erfa a hatîye nîþanki-
rinê.
H’erfê “k” û “l” bi h’erfê k û l hatne nîþankirinê. Xevera “gavan”
ij dö bangane: “ga-van”, sewta “g” bi h’erfa g hatîye nîþankirinê.
Sewta “a” bi h’erfa a hatîye nîþankirinê.
34
36. 35
Banga “van” ij dö sewtê bêbang- “v”, “n” ij sewta denganîye “a”
hatîye çêkirinê. Xevera “gavan”-da pênc sewtin û pênc h’erfin.
Zimanê ÿzdîkîda xeverê yekbangî, döbangî, sêbangî, çarbangî û hê
p’ir’bangî hene.
1.Xeverê yekbangî: dest, nan, sêl, mal, av, can, kar, xal
2.Xeverê döbangî: kiras, ziman, heval, cînar, ÿvar, kirin
3.Xeverê sêbangî: hevaltî, serk’arî, mervatî
4.Xeverê çarbangî: nêç’îrvantî, nivîsandin, veger’andin.
Sipartin:
Van xeverê jêrin: tofan, giran, hevk’arî, dostî, nivîsk’arî,
p’areveyî ser bangakin.
Van r’êzê jêrinda xeverê bi h’erfê te’rî p’ereveyî ser bangakin.
1.Welate me xweþe.
2. Mîna göla geþe.
Wek’ilandin
Em jorê sewtar’a bûne nas. Bi alîk’arîa sewta xever çêdvin, ij
xevera cömle çêdvin.
Me jorê da k’ivþê, k’a çawa bi alîk’arîya h’erfa sewta dinivîsin.
Pirsê t’eselîkirinê û sipartinê:
1.Bêjin, sewtê denganî û sewtê bêdenganî çi cûr’eyî çêdivin?
2. Çi firqî nav sewtê denganî û bêdenganîda heye?
3.Çend xeverê bi sewtê denganî: “a”, “ê”, “e” “e’” û “î”-va deft’era
xweda binvîsin.
4.Çend xeverê isa bêjin, wekî bi sewtê z, k- va destpêdivin.
5.Van xeverê jêrin bixûnin û bêjin, k’a ser k’îjan bangê wan
derbdayîn tê bihîstinê?
Serek, bizin, zirav, gazin, zivistan, girtin, k’ilam, köþtin, hêran,
xwendin, h’esin, esker, sêwî, xever, meriv, dijmin.
37. 6.Van cömlê jêrinda dewsa niqitka h’erfê lazim binivîsin:
Dersdar deft’era Seyranê dirêjî Se.ranê kir û got:
- Min t’irê, nivîsra deft’era teda ne r’aste
Seyranê got:
- Min dersa xwe x..nd, paþê sipart.n kir.
H’emû xeverê yekbangî yekderbdayînin, xeverê yekbangî ij
sewteke denganî û ij yek, dö, sê sewtê bêdenganî çêdivin. Mesele:
dost, p’ost, tiþt, piþt, jin, kor, sêl, r’oj, mal, dêr, ar, bêr, mî, k’êr,
kon, xan, t’ac, av, bav, xal û ê din.
Çaxê xeverê yekbangî bi paþp’irtikê “a”, “ê” têne gotinê, hingê
derb nayê göhastinê, mesele:
dostê min, p’ostê gê, tiþtê baþ, jina baþ, sêla nên, mala me, bera
me, bêra darîn, k’êra tûj, konê r’eþ, ava r’eþ, r’oja xweþ.
Eger xever döbangî, sêbangîvin û bangê paþin “in”-ve û eger xeverê
isa bi alîk’arîa p’irtikê hevbendî bi xeverê dinr’a bêne girêdanê,
hingê denganî ij banga paþin nayê gotinê, lê dewsa wê derb li ser
p’irtikê hevbendî tê lêdanê, mesele:
bizin: bizna min, mezin: meznê me, gazin: gazna meke, kirin: kirna
baþ, nivîsandin: nivîsara r’ast, gotin: gotna te, xwendin: xwendina
zimên.
Eger xeverê vî cûr’eyî nivîsarêda mîna kiryara bêne xevtandinê,
hingê sewta “i” li nav bangê paþinda dimîne, tê gotinê, lema jî wê
nivîsarêda dinivîsin, mesele:
H’esin k’et, bizin diç’êre, xwendin tiþtekî baþe, derewkirin ne
þöxölê mêraye.
Sipartin:
1.Fikra jêrin bixûnin, navê nivîsk’ara jê binivîsin û deft’era
xweda bi sirîya h’erfa pey hev yeko-yeko binvîsin:
36
38. 37
Þagirta dersxana xweda k’itêvxane vekiribûn, lê pêþîê wana
k’itêv k’om kiribûn. Navê wan k’itêva ev bûn: E’zîzê E’mer: “Em
ÿzdîne”, Ordîxanê Lezgî: “E’mirê döda”, Tiharê E’mer: “Cangîr Ag’a”,
Avasê E’lî: “Elegez”, E’rebê Þemo: “Dim-dim”, Hovhannês T’ûmanyan:
“Gîk’or”, Pûþkîn: “Êvgênî Onêgîn”, Þîrvanzadê: “Namûs”, L. To-
lstoy: “Hêsîrê Kavkazê”, Wezîrê Eþo: “Mizgînî”, Sîras: “Memê û
E’yþê”.
2.Fikra jêrin bixûnin, xeverada dewsa niqitka wan h’erfa
binivîsin, k’îjan lazimin:
Zar’ çûn. bêder. û d.st bi list.k. kiri./ . Ij wan. yek. got: “Wer.n,
em bir’ bil.zin”./ Giþk. dest. hev girt, lê paþ. bûne dö p’ar. û dest bi
lîst… bir’ kirin./ Lîst.k. wan gelekî k’iþan., ew r’ind westî….
paþê çû.. dersaxn. û dest bi xwend.n. kir.n.
XEVERNE’ME
Xevera xeverne’me ya ö’lmîye, ew xeverdangê nîþandike, yan jî-
k’itêvê, wekî xevera têda þirovedikin. Xeverne’me gelekî kêrî
p’êþezana, zimanzana û e’debyetnasa tên, xazma- kêrî wan meriva tên,
ê kö lêk’olînkirina zimên û e’debyetêva mijûldivin.
Sipartin:
1. Elîfbê ezber hînvin û angorî wê bona her h’erfekê pênc xevera
binvîsin.
H’erf û elîfbe
Sewtê xeverdanê nivîsarêda û çapkirinêda bi h’erfa têne
nîþankirinê.
Em sewta dibihên û divêjin. Em isa jî h’erfa divînin û
dinivîsin.
39. Zimanê ÿzdîkîda 40 h’erf hene. Bûye e’det, kö h’erfa bi sirê, pey
hev binivîsin.
Navê h’emû h’erfa, kö pey hev bi sirê têne r’êzkirinê, elîfbeye.
Gere r’êza t’ertîfkirina e’lîfbê pey hev bînin bîr, çimkî xever
xeverne’mada sirê-dor bi r’êza t’ertîfa elîfbê têne nivîsarê.
Elîfba ÿzdîyê welatê T’ifaqa Sovêtîêye berê:
A, B, V, G, G’, D, Ê, E, E’, J, Z, Î, Y, K, K’,
a, bê, vê, gê, g’ê, dê, ê, e, e’, jê, zê, î, y, ka, k’ê
L, M, M, N, O, Ö, P, P’, R, R’, S, T,
lê, mê, nê, o, ö, pê, p’ê, r, r’ê, sê, tê
T’, Û, F, X, H, H’, Ç, Ç’, Þ, C, I, W, Q, Ÿ
t’ê, û, fê, xa, hê, h’ê, çê, ç’ê, þê, cê, i, wê, qê, ÿ.
Ij van h’erfa dehe ê denganîne. Ew h’erf jî evin: A, Ê, E, E’, Î,
O, Ö, Û, I, Ÿ.
Sî h’erf jî ê bêdenganîne. Ew jî ev h’erfin: B, V, G, G’, D, J, Z,
Y, K, K’, L, M, N, P, P’, R, R’, S, T, T’, F, X, H, H’, Ç, Ç’, Þ, C, Q, W.
Isa jî h’erfê degme hene: A’, Î’, O’, Ö’, I’, Ÿ’
Sipartin:
1.Van xeverê jêrin bixûnin û nîþanbikin, k’a ij çend h’erfa û
çend sewta ew çêbûne: av, mal, sal, kal, baran, beran, derb, hûr, war,
zor, sor, kar, nivîsar, bext, heval, car, cêr’, kêr’, gazî, p’ira, dîwar,
þorbe.
2.Van xeverê jêrin sirê-dor, bi peyhevhatina elîfbê binivîsin:
av, sal, beran, ç’êlek, diran, jar, kar, mêr, zêr’, pez, cêr’, çol, ode,
ÿlek, înî, þemî, nan, p’ar, k’ar, xal, giran, bav, warge, t’oz, tirî, zêr’,
ö’lm, ezber, ÿvar, k’êr, qaz, k’om, qîz, r’oj, r’azan, çadir, mal.
H’erfê gir
H’erf hene- gir û hûr. Bi h’erfa gir nivîsarê destpêdikin. Pey
cömlê, pey heyholanê (!) xevera pêþin, ya h’emû cömla, bi h’erfa
38
40. 39
gir dinivîsin. Ij wê der navê meriva, ê dinîanasîê, ê e’yda, ê r’o-
jne’ma û kovara jî bi h’erfa gir dinivîsin.
1. Navê merîa bi h’erfa gir dinivîsin, mesle:
E’zîz, E’mer, Miraz, Qaso, Efo, Esed, Þero, Biro, Hakob G’azaryan.
2. Navê dinîanasîê (navê be’ra, welata, okêana, ç’ema, ç’îya, þe-
hera, gönda, k’ûça, soqaqa, meydana, r’eþaya). Mesele: be’ra Emenê, gola
Sêvanê, Görcistan, okêana E’dilî, ç’emê Erez, ç’îayê Araratê, k’ûça
ser navê Dro, þeherê Dîarbek’irê, r’eþaya Avropayê.
3. Navê h’eywana, mesele: Qafr’eþ, H’irç’o, Bêcan, Beþo.
4.Navê hörmetlî, mesele: Mêrxasê Cimhöryeta Ermenîstanêyî
miletîyê, R’ojne’mevanê Cimhöryeta Ermenîstanêyî emekdar.
5.Navê e’yda û r’ojê bîranînê, mesele: Yekê gölanê, Yekê k’anûna
paþin, Þer’ê Wet’enîêyî mezin.
6.Navê r’ojne’ma û kovara, nivîsarê e’debyetê û sazbendîê, û wana
dikine nav cot vêrgûla, mesele: r’omana “Dim-dim”, opêra “Anûþ”,
r’ojne’ma “Ÿzdîxane”, k’ilama Þeroyê Biroye “H’ekîmo”.
Sipartina 1-ê:
Van xeverê jêrin ij ber k’itêvê bigrin û nîþanbikin, k’a li
k’îderê û çima h’erfê gir hatne nivsîarê:
T’êmûrê Efendî li þeherê R’ewanê diya xwe bûye. Semend Sîaben-
dov Mêrxasê T’ifaqa Sovêtîêye.
Sipartina 2-a:
Van navê e’frandara bi t’ertîfa elîfbê sirê-dor deft’era xweda
binivîsin:
E’zîzê E’mer, Ordîxanê Lezgî, Cemalê Ûsiv, Hovhannês T’ûmanyan,
Avêtîk’ Îsahakyan, Xaçatûr Abovyan, Lêv Tolstoy, Andêrsên,
Alês’andr Pûþkîn.
41. ZIVISTAN
Ordîxanê Lezgî
(1958-1997)
BIRATÎ
Bi serk’arîa van maqûla-
Andranîk û Cangîr Ag’a,
Me þer’ kirîye ber dijmina,
R’ojê aza dilê meda.
Andranîk û Cangîr Ag’a
Herda þer’kirine ber xûnxöra,
Þer’vanê wan serk’ara
Bibûne qesavê dijmina.
Me r’ojê çetin teyaxkirine,
Me dijminê xwe alt’kirine,
Andranîk em h’izkirine,
Ermenî birê me h’esavkirine.
Em r’azîne ij wan qömandara,
Em azakirin ij xûnxöra,
Me- ÿzdî û ermenîê bira,
Þer’ kirîye ber dijmina.
Peyî mêrxas û þer’vana
Em, herdö milet, bûne bira,
Em dijîn xwelîkêda.
Em niha ser t’extê þaya
40
42. 41
Derbazdikin eþq û þaya,
Wan mezina em bîr tînin,
T’öcar wana em bîrnakin.
Xeverê çetin:
1.Alt’kirin- zorlêkirin
2.Þer’van- ê/ya þer’dike, þer’k’arîê dike
3.Qesav- ê pêz, dêwêr þerjêdike
4.Qömandar- serk’arê e’skera
Pêþdanîn û pirs:
1.Þiêra “Biratî” k’î nivîsîye?
2.Xeverê þiêrêye çetin hînvin û þirovekin
3.Bi xeverê þer’van, qömadar cömla t’eþkaîlkin
4.Cangîr Ag’a k’îye?
5.Andranîk k’îye?
6.Andranîk û Cangîr Ag’a çi kirine?
7.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
43. Ordîxanê Lezgî
DILÊ DAYÎKA
Dilê dayîka t’im r’e’me,
Ew him sit’ar, him- k’ereme,
Ÿþa ewled jêr’a xeme,
H’emû wexta bêkeleme.
Dilê dayîka ze’f nazike,
Belgê gölê teniktire,
Boy cegerê teyaxnake,
Ew dine’le û dizêre.
Dilê dayîka- zengile,
Hima ewe- tiþt lêk’eve,
Zingîn lê tê
Û ij derba qe ker’nave.
Dilê dayîka wek be’re
Û gele zû þêlûdive,
Çawa bezekî ser sêlê,
Bih’ele û k’izîn jê bê.
Çiqas döa’, r’e’m tê xwestin,
Wan dilar’a, t’im dixwexzim,
T’im- derd û köla bira dûrvin,
Mîna pola tiþt pê neyên.
Miqativnê, t’imê xweykin,
Bira te’lîê ew nevînin,
Dilê dayîka nazikin,
Mîna ç’e’vê xwe wan xweykin.
42
44. 43
Xeverê çetin:
1.Sit’ar- cî, cîê bêqezîa
2.K’erem- me’rîfet
3.Ewled- zar’
4.Bêkelem- bêstirî
5.Tenik- zirav, nazik
6.Teyaxnake- t’avnake
7.Pola- cûr’ekî h’esine
8.Nazik- tenik, zirav
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêra “Dilê dayîka” derheqa çidaye?
2.Xeverê þiêrêye çetin hînvin û þirovekin
3.Bi xeverê þiêrêye çetin cömla t’eþkîlkin
4.Þiêrê hînvin û ezber bêjin
Ordîxanê Lezgî
DEYNDARIM
Zêr’ û zîva deyndarvim,
T’öcar- xema min nîne,
Ez bêseh’et bine’lim,
Dîsa- xema min nîne.
Ez bona te borcdarim,
Dayka e’zîze þîrin,
Ber ze’metê teyî çetin
Daxûldivim, deyndarim.
Te bona min e’mrê xwe
Nehêwiþandîye, dayka min,
45. Bi t’emamîa e’mrê xwe
Ez borcdarim, dayka min.
Ez diger’im- navînim-
Layîqî te- tiþt t’ine.
Töyî t’êla e’mrê min,
Minr’a zêde tiþt t’ine.
Çawa derêm bin wî deynî?
Ez nizanim, diya þîrin,
Te r’oj, e’mir dane min,
Wî e’mrîva deyndarim.
Xeverê çetin:
1.Ze’met- cefa
2.Daxûldivim- t’emenedivim
3.Nehêwiþandîye- ber nek’etîye
Pêþdanîn:
1.Þiêrê hînvin û ezber bêjin
2.Bi xeverê ze’met, daxûldivim û nehêwiþandîye cömla
t’eþkîlkin
44
46. 45
MESELÊ CIME’TÊ
1.Agir berdêy- bîna bîso jê nayê.
2.Ag’ayî k’êfêye,
Male bin berfêye.
3.Aþvan- t’öcar nave p’oþman.
4.Aqil li serîaye,
Ne li bejnaye.
5.Bavê sivê Xwedêye.
6.Barê aqila-
Piþta kêmaqila.
7.Bar min naÿþîne,
Serbar dÿþîne.
8.Biharê- pez,
Havînê- r’ez,
Zivistanê jî- ez.
9.Bêmalo- bêxatî, bêxalo,
Bi malo- bi xatî, bi xalo.
10.Betalî- xiravmalî.
Xeverê çetin:
1.Bîso- bîna p’înê þewitandî
2.Aþvan- ê aþda dixevte
Pirs û pêþdanîn:
1.Ev meselê jorgotî k’engê û çima
têne gotinê?
2.Van mesela hînvin û ezber bêjin.
47. QEWLÊ MEHA
1
Dinîya dana û sêwirand,
Dipîva û diqedirand,
H’îjde h’ezar mixliqê bi giyan di nav
xweda debirand.
2
P’adþayê minî dermek’ane,
Li ba e’zîzê min wî e’yane,
Ewî hinerkir e’rd û e’zmane.
3
Eva bû cana ij mije,
P’adþayê min lê qedirand þev û r’oje,
Di navda danî böhöþt û doje.
4
Di navda danî r’oj û hîve,
Ij xafilan were û bipîve,
Ewî nizanibû Þems û Ferxê Mîra ev
dinîa bi böhista dipîva.
5
P’adþayê min li h’ökömê xwyî bi r’e-
waye,
Li ba e’zîzê minî dihaye,
E’zîzê min k’oka vê dinîayê kirîye
baye.
6
P’adþayê minî bi xewimbû,
Ij dör’a xweyk’erembû,
Ewî e’firand döþembû.
7
P’adþayê min bêrîye,
Neçara vê dinîayê bi destê wîye,
Ew r’oj kirine sisêye.
8
46
48. 47
P’adþayê min cebare,
Li ba e’zîzê min ferware,
Ew çar çarþem û r’oj kirine çare.
9
Çarþem r’oja fadile,
Melek Ferxedîn e’firandîye ij
eþq û dile,
Bar tê neve însanî xafile.
10
P’adþayê minî mêzince,
Ev dinîya seh’et û sênce,,
Ewî r’oj kirine pence.
11
P’adþayê minî cebare,
Li ba e’zîzê minî ferware,
Þemî r’ojek bû ij Mûsayê minî
binî e’mir kire hinare.
12
Ewî herh’eft r’oj çêkirin bi ji-
mare,
De werin, em p’adþayî bidin
medih’a,
Çar îna û sê deha,
P’adþayê min lêk barastin, kirine
mehe.
13
Her dozdeh meh bi navin,
Þeþe zihane, þeþe bi xönavin,
Her dozdeh meh bi h’izreta Melek
Þîxisin bi navin.
14
Ij qewlê Ferxê zergûne,
Here bi h’erfe, here bi nasîne,
H’îmê her dozed mehan r’oja dinya
49. avabûye, ev r’oj k’anûne.
15
K’anûnê ij xwer’a xeverda:
-Ezim seqa e’rda,
Ezim li ser çiqas derda.
16
Seqa e’rda ezim,
Saya xwe bi tevzim,
Bi ferwara mîrê xwe bi lezim.
17
K’anûnê, te male nebit wêran,
Tö dombikî seyan, berfan û bageran,
Tê lê pêþîa zebûnyan bikî þer’an.
18.
Ey, k’anûna ij berî
Sivata r’eþ û r’eþ benî,
T’ö möxlöq têda nedebirî,
T’ew nizane tö ne dostî, ne dijminî.
19.
Sivat divê: “Sivatim, sivat bi navim,
Meheke bi ser û ç’e’vim,
Geh dibarim, geh- bi te’vim”.
20
Adar dive: “Ez adarim,
K’ilîla çendî biharim,
R’azgela zebûnîyê bi jarim”.
21
Nîsan divê: “Adarê xwehê,
Min yarek divê ij bedîlê,
Adar çi k’ilîle, çi k’ilîle,
Ye bi sexîye, ye bi bexîle,
Bexîlê bexîl bi nave”.
Eger dombike seyan û babanê ê li goman
ç’ik bike ave.
48
50. 49
22
Nîsanê deng dikire,
Bihara xwe dixemilîne bi k’esk û
sipî, bi sor û zere,
T’ö h’edê mehan t’öne ij min bide
xevere.
23
Gölan divêje nîsanê: “Xwehê, tö
meheke p’ir’bêjî,
Tö bi zenge û bi qir’êjî,
Çi ij wê ç’e’lê bikim- xwedan
ze’f bidoþe,
Doman lingê xwe lêxe, bir’êje”.
24
Gölan divêje: “Ez bi gölim,
Ez a bi þalûl û bilbilim,
Ez melh’ema birînê kölim”.
25
Ezim sexîya bi sexîyan,
Biharim li çîyan,
Li deþtan t’êr dikim birçîyan,
26
H’ezîran divêje: “Gölanê, xwehê,
tö meheke bi ÿht’îbarî,
Eger p’adþayî li serê te sist bike
h’efsarî,
Tê kevir û köç’ikan bibarî”.
27
Gölan divêje: “Xwehê, nesîvî ne
bi destê mine,
Î bi destê mîrê mezine,
Teyr jî bi e’mir û ferwara wî
difir’e”.
28
51. H’ezîranê deng dihilîla,
Ij mehan navê min havîne,
Ez dibiriqim ser çendî bendê
misk’îne.
29
Tîrmeh dive: “Tîrmeha germim,
H’elîmeke nermim,
Bi cewxûn û bi bênderim,
Xêreke bê þer’im”.
30
Îlon divê: “Tîrmehê, te gotineke
xweþ digote,
Te qömaþê xwe bi bihakî difrote,
Te gelek bendê misk’în ij german disote”.
31
Îlon divê: “Ez cindîya mehanim,
Ez bi miclis û r’eþr’ih’anim,
Ez dayîm ij Þemsû Ferxê mîrar’a e’yanim”.
32
Çirî divê: “Em dö mehin, nav bi çirî,
P’adþayî em xelat dikirî,
Li ser me hene naz û ne’met û tirî”.
33
Çirî dö mehên k’amil, t’emam,
Li ser me xoþ bûne çiqas te’m,
Payîz mîre, her dozdeh jêr’a
divin xölam.
34
Hat meha nav cebare,
Li her dozdeh mehên salê digêre,
Gelk bende û misk’în jê divînin
xêre.
35
Ya me ÿzdîya sidq û h’eya, dörist
50
52. 51
ser p’iþkê îmane,
Kanîya Sipî ij mer’a nîþane,
Berî ne e’rd hebû, ne- e’zmane.
36
Ne be’r hebû, ne binyane,
Xwedê î heqbû, xerqê Þîxadî, navê Tawisî Melek ij mer’a dîn û
îmane.
Xeverê çetin:
1.Sêwirand- çêkir, e’fi-
rand
2.Dipîva- çapdikir
3.Diqedirand- qîmet di-
dayê
4.Giyan- r’öh’
5.Debirand- dida jîyînê
6.H’inerkir- þand, e’fi-
rand
7.Bihöþt- cinet
8.Doje- ce’nme, ce’rme
9.Xafil- hêçxem, dilsar
10.H’ököm- e’mir
11.R’ewa- p’êþk’êþ, xelat
12.Xewim- xweykirin
13.K’erem- r’e’m, xêr
14.E’firand- çêkir
15.Cebare- zore, qewate
16.Ferwar- e’mir, k’aw
17.Fadil- h’elalî, t’emzayî, bêqösûr
18.Sênc- çap, himberîhevkirin
19.Mêzinc- qewate, sawe, tirse
20.Medih’- pesin
21.H’izret- h’ewce
22.Binyat- h’îm
23.Seq- ban
54. 53
QEWLÊ ÇARÞEMA SOR
Çarþema serê nîsanê
Göl û ç’îç’ek hatne meydanê,
Tawisî Melek r’eyîsê îmanê.
Çarþema serê nîsanê
Þîxadî Þêx Alê Þemsa xwest dîwanê,
Xwedê berê xwe da ÿzdîxanê,
Li ser me dive ferza îmanê,
Ewe e’yda ÿzdîxanê.
Nîsanê deng lê kire,
Bihara xwe dixemlîne,
Bi k’esk, sor, sipî û zere,
T’ö h’edê meha t’ine,
Li ber min bide xevere.
Çarþem r’ojeke fadile,
Tawisî Melek e’firandîye ij eþq û dile,
Bar tê neve kesê, kö î xafile,
Deng yeke û h’ezar r’enge.
55. Ezim e’rdê dewrêþ,
Li ser min diger’in çiqas r’öh’liber,
milet û cêþ,
Bira ij Xwedê û Tawisî Melek
pêþtir xwe nede pêþ.
Xeverê çetin
1.Göl- kölîlk
2.Ç’îç’ek- kölîlk
3.R’eyîs- serk’ar
4.Îman- bawerî
5.Þêx Al- kör’, pisê Þêx Þems
6.Ferz- borcdarî
7.H’ed- îzin, sînor
8.Fadil- h’elalî, t’emzayî, bêqösûr
9.E’firandîye- çêkirîye
10.Xafil- hêçxem
11.Dewrêþ- li vira- t’emiz, pîroz
12.Cêþ- e’sker, ordî
Pirs û pêþdanîn:
1.Çarþema sor k’engêye?
2.Tawisî Melek k’îye?
3.Nîsan k’îjan meha salêye?
4.Nîsan bihara xwe çi r’engî dixemlîne?
5.”Qewlê çarþema sor” ezber hînvin û bêjin
54
56. 55
LÛRÎN
1.
Qazim- qaza wî berî,
Ede çûye seferî,
Gede bûne miþterî.
2.
Kör’o, kör’o, kör’anî,
Simêlsoro- badanî,
K’ê dir’evînî- tö zanî,
Bavê xwe dîwan-dîwan neger’înî.
3.
Kör’o, kör’o, ne li van dera,
Kiras, derpê berfa sera,
Te bizewcînim ÿlek ÿla van k’oçera.
4.
Min ne dîtîye döh û pêrva,
Serî derk’et t’axa jêrva,
Gönd qörbave- jin û mêrva.
5.
Kör’o, kör’o, kör’anî,
Xençelzîvo milanî,
Xweyê de’wa giranî,
Gede nadime zozanî.
6.
Kör’î, kölîneko,
Genimê sorî qelîneko,
Yekî r’indî, ç’e’vbeleko.
7.
Kör’ê min dînê,
Nola þekir þîrinê,
Göla ber bînê.
8.
Kör’o, kör’o, nebeze,
Gora lingê te mereze,
57. Sûretê qîzê xelqê negeze,
T’emam köl, mereze.
Xeverê çetin:
1.Berî- wî alî
2.Ede- bav
3.Seferî- r’êwîtî
4.Miþterî- bik’ir’çî
5.T’ax- meh’el, k’ûçe
6.Xençel- cûr’ekî þûre, sîlih’e
7.Merez- nexweþî
Pêþdanîn û pirs:
1.Lûrîn k’engê têne gotinê?
2.Lûrîna k’î divêje?
3.Lûrîna ezber hînvin û bêjin
4.Hûn lûrînê din zanin?
ISTÊR’
Mala her ÿzdîkîda istêr’ tê hildanê, k’îjanîr’a isa jî divêjin
xödan, mal. Mesele, em divêjin: “Serê xwe ber malê dayne”.
Istêr’, wekî kevanî, qîz, bûk hiltînin, ij cî-nîvînê ne
herr’oye.
Her ÿzdîk serê xwe, r’ojê barê carekê, pey ser-ç’e’vþûþtinêr’a,
ber istêr’, xödanê xwe datîne, paþê derbazî þöxöl-e’melê xwe dive.
Ÿvara r’ûê istêr’ tê vekirinê, hildanê, sivêzû- dadidin.
Þêx û p’îr þexsê xwe ser yan- nav istêr’ê xwe xweydikin.
R’ojê k’ivþ, e’zîz ocax, þexs têne siyarkirinê, wekî serê xwe
ber daynin.
Çaxê em serê xwe ber xödanê xwe datînin, gere berê me berva
r’ohlatêve, berva Þemsve.
56
58. 57
Xeverê çetin:
1.Kevanî- jina malê
2.Siyarkirin- vekirin
Pirs û pêþdanîn:
1.Istêr’ çîye?
2.Istêr’r’a isa jî çi divêjin?
3.Ÿzdî r’ojê çend cara serê xwe ber
istêr’ datînin?
4.K’engê r’ûyê istêr’ vedkin û dadidin?
5.Çaxê serê xwe ber malê datînin, r’ûê
meriva gere k’îalîve?
6.Dersê hînvin û gilîkin
7.Bi xeverê istêr’, xödan, mal cömla
t’eþkîlkin û binivîsin
MEK’T’EVÊ BONA ŸZDÎAYE PÊÞIN ER-
MENÎSTANÊDA
Dewr û zemana bona ÿzdîya göne, qedexekirîbû, wekî bixûnin û
binivîsin. Û cara pêþin e’rdê Ermenîstanêda hate cêr’ibandinê,
wekî seva zar’ê ÿzdîya mek’t’eva vekin, wekî bikarvin bixûnin û
binivîsin.
Derheqa vê yekêda em xazma kovara ermenîye “Lûmayêda”
dixûnin, ya hejmara sala 1904-aye 1-êda. Lazime bê gotinê, wekî ev
kovar þeherê T’ilbîsêda derdik’et.
Kovarêda em, mesele, dixûnin: “H’esen ag’a, çawa merivekî aqil,
ê kö de’wê wî çaxî serwextdibû, dixwest, wekî dereca cime’ta xweye
te’rîyêda mayî û r’êncber bilindke, û, çawa gilîdikin, gele cara
hîvî profêsor Êg’îazarîansê bi qedir kirîye, wekî berne’meke seva
mek’t’evê ÿzdîkîye paþwextîê t’eze vebûnêye hink’ûfî e’mrê ÿzdîa
hazirke. Lê, te’lebextr’a, nizam dest çi, ev mirazê h’ijmek’armayînê
nayê sêrî.
59. Miqalêda, e’frandarê k’îjanê A.
Gyûrcyane, paþê em dixûnin:
“H’ökömeta ûrisa, wekî nêzîkva xey-
setê ÿzdîayî e’dilî û ce’dandinê xe-
vatêye heq lêk’olînkiribû,
fe’mdarîye, nikarbû bi ç’e’vê hêç-
xemîyê bive t’emaþeçîya k’ölme
cime’t, k’îjan pîskê h’eta xwen-
dinê û medenyetê dide k’ivþê, û awa bi ort’eçîtîa çend kesê r’esmî, ê
kö nêzîkva haþ e’mrê ÿzdîya hene, sala 1902-a göndê ÿzdîayî Zorêda,
k’îjan ser sînorê ûris-t’irkîye, qirardikin bi çixara k’oþkê, h’îmê
mek’t’evê bi berne’ma mek’t’evê ûrisaye sade daynin. Bona çêkirina
mek’t’evê, xezînê 15.000 manat baþqekirine, û zûtirekê avakirina
avayê mek’t’evêyî döqatî wê destpêbive (divek niha idî hatîye çêkir-
inê). R’astî jî, wekî h’îmdanîna vê mek’t’evê dereceke gelekî
balk’êþe, çimkî ew dikare bive mek’t’eva döda (ya pêþin, wekî van
salê axirîyê vebûye, göndê Axbaranêyî Qöndexsazêyî ÿzdîadaye), vê
gava þaristanîêye e’wile xweþda, ez ÿzdîyê cînarê mer’a oxira t’am
dixwezim. Em hîvîdarin, wekî ÿzdî dinîaêr’a wê îzbatkin, wekî…
ew jî dikarin bixûnin, xwendinê û ö’lm bistînin, çawa ermenî û
xelqê cînarê wan, bira ew barê bi gavê k’ûsîyave”.
Xeverê çetin:
1.Dewr- we’de, sedsalî, we’dê dirêj
2.Qedexekirî- îzinnedayî.
3.H’esen ag’a- ag’ê ÿla ÿzdîaye h’esinîa
4.R’êncber- þivan, gavan
5.Êg’îazaryans- ö’limdarê ermenî, ê kö miqaleke qîmetlî derheqa
ÿzdîada nivîsîye
6.Berne’me- programa
7.Hink’ûfî- weke, beremberî
8.H’ijmek’armayî- e’cêvmyaî, timalêmayî
9.E’frandar- ê nivîsîye, ê çêkirîye
10.Ce’dandin- xwestin, xîret
58
60. 59
11.Lêk’olînkirin- safîkirin, e’yankirin,
têdak’ûrbûn
12.Hêçxemî- dilsar, bêxem
13.Pîsk- dilopê baranêye hûr, tiþtekî
ç’ûk
14.R’esmî- dîwanî, h’ökömetî
15.Zor- gönde, wekî niha e’rdê T’irkîa-
êdaye
16.Çixare- xerc, mesref
17.K’oþk- sera, cîê r’ûniþtina p’adþê
18.Sade- ne çetin
19.Xezîne- xezne, cîyê p’era
20.Qöndexsaz- gönde, wekî niha merza Cimhöryeta Ermenîstanêye
Aragasotnêdaye, tê navkirinê R’iya T’eze
21.Þaristanî- medenyet, xwendî, pêþdaçûyî
22.K’ûsî- terewile
Pirs û pêþdanîn:
1.Cara pêþin k’îderê mek’t’evê seva zar’ê ÿzdîya vebûn?
2.Derheqa vê yekêda k’îjan kovarêda nivîsare?
3.Miqale k’engê çapbûye?
4.Kovara “Lûmayê” k’îjan þeherîda derdik’et?
5.H’esen ag’a k’îbû?
6.H’esen ag’a çi dixwest?
7.H’esen ag’a hîvî k’ê kir, wekî berne’mekê hazirke?
8.K’engê îzin tê stendinê, wekî mek’t’eva bona zar’ê ÿzdîya vekin?
9.Mek’t’eva ÿzdîya k’îjan göndîda gere vebûya?
10.Bona çêkirina mek’t’evê ij xeznê çiqa p’ere hatne berdanê?
11.Mek’teva bona zar’ê ÿzdîaye pêþin k’îderê vebû?
12.Dersê hînvin û gilîkin
13.Gilîk’an, k’a göndê Zorê û Qöndexsazê (R’iya T’eze) k’îderêne, û
binelîê wan k’îne?
14.E’frandarê miqala kovara “Lûmayê” k’îbû?
61. Simoyê Þemo
(1928-2000)
H’ikyat derheqa
balç’êmkêda
Balç’êmk berê ne habû,
R’ewþa zozan û ç’yabû,
Bejnê, balê, xemla wî,
Li h’emû cîya pesnê wî.
P’er’ û baske lal û dör’,
Nizam lê k’ê kir nifir’,
Wekî k’ete nav dojê,
H’eta niha navêjê.
***
Balç’êmk r’okê birçî bû,
R’abû berbi mala çû,
Çû malekê þerme-þerm,
Li k’ö bîna nanê germ.
Pîrekê nan lêdixist,
Ji tendûrê derdixist,
Û ders dikir li ser hev,
Bîn k’etibû nav gönd t’ev.
Balç’êmkê gotê: -Pîrê can,
Tö nadî min h’eve nan?
Pîrê gotê:-
Nan min pe’tye boy xörek,
K’ê kö bixwe- mer’a yek.
T’enê bêje tö k’êyî,
Çi teyrede, ji k’öyî?
E’sl-e’sas k’ö hatine?
Nandayîn ne çetine.
60
62. 61
Balç’êmk tiþte nizanbû,
Çi teyrede, ji k’öbû?
Vir xeyîdî xwe xwer’a,
Pêþîya hate nifir’a:
Çawa, xwe vê r’ewþa xwe,
Ew nizanve xizmê xwe?
Nha þerma çi bike?
Mirin wîr’a hindike.
Got: -baþ, pîrê, ezê va
Dinê tême dö gava,
Töyê bizanvî ez k’ême,
Çi teyrede, ji k’öme.
R’abû bi hers çû cem teyr,
Teyr li e’zman dikir seyr.
Gotê: -hela were vir,
Ez jî teyrim, xwe ne gör?..
Teyr hat li wî nihêr’î,
Dorê ger’ya, zivir’î,
Nihêr’î wî, dirana,
Gotê: -ev yek, bira, na!
Miþkî, görî, çi heyî,
Lê r’ind zanim ne ji meyî.
Balç’êmk r’abû, çû cem gör,
R’ûniþt hûr-hûr jê pirskir.
Gotê: görim, ez ji we,
Bira bûne pêþyê me.
Gör nêzîkbû nihêr’î,
Dorê çû-hat zivir’î,
Nihêr’î bask û lêva,
Got: - ev yek- na, malava,
Miþkî, h’ir’ç’î, çi heyî,
Lê r’ind zanim, ne ji meyî.
63. Dilê birîn cem gör’ bû,
Çû cem h’ir’ç’a r’azaybû,
Bi h’alekî h’iþyarkir,
Û ji wê ha pirskir:
- Divên, wekî ez h’ir’ç’im,
Û r’ya h’ir’ç’ada diçim,
Gelo, r’aste, bêje min,
Ez h’ir’ç’im yan- yekî din?
H’ir’ç’ r’abû, lê nihêr’î,
Dorê çû-hat, zivir’î,
Nihêr’î dev-dirana,
Gotê- ev yek, bira, na,
Miþkî, fîlî, çi heyî,
Lê r’ind zanim- ne ji meyî.
Wir r’abû, çû cem miþka,
Jê saw k’iþand h’emûþka,
-Werin, camêr, metirsin,
Ez ji weme, ne ê din.
Ez jî miþkim, hatime vir,
Ber ç’e’vê we bûme gör?
Ez jî miþkim xût ji we,
Kal-bavê min xizmê we.
Miþk nêzîkbûn tirs û lal,
Mîrê miþka lap çû bal.
Bejn û balê nihêr’î,
Dorê çû, hat zivir’î,
Nihêr’î bask û lêva,
Got: -ev yek- na, malava,
Görî, h’ir’çî çi heyî,
Lê r’ind zanim ne ji meyî.
Teyr, terewil kes neman,
Giþta pirsî, çû zeman,
62
64. 63
Ma t’î, birçî, dilbirîn,
Kiras û k’öm r’it’ilîn,
Çöxê qawe- r’eng-r’engî,
Kö dinê bû ser bengî,
Zol-zolî bû, jê werîya,
Îdî neçû nav merya.
Þerma ewê r’ojêda
Ew diger’e te’ryêda.
Þev diger’e, k’ê zane,
Dive bizanve k’îane?
Xeverê çetin:
1.Balç’êmk- terewileke bi p’er’e
2.R’ewþ- xemil
3.Lal û dör’- kevrê qîmetlîne
4.Doje- ce’nme
5.Xörek- xwerin
6.Xizm- meriv, pismam
7.Seyr- ger’
8.Bask- p’er’
9.Lal- vira- tirsyayî, bêxeverdan
10.Zeman- we’de, çax
11.R’it’ilîn- p’er’itîn, qeliþîn
12.Çöx- cûr’ekî k’incê mêraye, cûrekî p’arç’eye
13.Werya- r’ijya, barî
14.K’yane- ij k’êye
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Balç’êmk berê çawabû?
3.Balç’êmkê ij pîrê çi xwest?
4.Pîrê ij balç’êmkê çi pirsî?
5.Balç’êmk paþê çû cem k’ê?
6.Axirîya balç’êmkê bû çi?
65. 7.Bi xeverê çetin cömla çêkin û deft’era xweda binivîsin
8.Qe we balç’êmk dîtine?
Simoyê Þemo
Ç’ivîk û r’eþêle
Ç’ivîk û r’eþêle bûne birê hev,
We’dekî dirêj ewan li t’ev.
Çi kö destk’eta, hevr’a dibirin,
Liva garis jî nîvî dikirin.
Ÿ, dinê aza, p’er’ û baske lê,
Deqekê deþtê, ya dinê li ç’yê.
Herdö jî chal, serxwe, bedewbûn,
H’emû cya wanr’a þîrin û þabûn,
Bê xem û xiyal, dinya azada
H’öba wan bal hev, mot’acê hevda.
Lê vê jî bêjim, eva jî hebû,
R’eþêle hela wî r’engî nîbû.
Qijikê bihîst ev yeka, anî
Dexesya dila t’elekek danî:
Nava ÿlêda ewê belakir,
Wekî ç’ivîkê tiþtekî ha kir:
Serê r’ê live garis wê ç’e’vkir,
Û bê r’eþêle wê t’enê te’mkir.
We’de çiqa çû, gilî mezin bû,
R’eþêlê derew r’astî înakir.
Ya xwe ç’ivîkê peyr’a t’ovekir.
Biratî wî hîþt, çû cem qijikê,
T’obekir nede navê ç’ivîkê.
Zewicî, pêr’a, göhêr’î kiras,
We’dekî kinda hogir bû nenas.
64
66. 65
Çend sal derbazbûn, axiryê p’oþman bû,
K’eta ze’f ava, lê r’eng jê neçû.
Ax û wax k’iþand, ça hilda-danî,
Biratya berê lê þûnda nanî.
H’eta niha jî ç’e’v diger’îne,
Wexta pîr h’ewþê k’ût dir’eþîne,
Ç’ivîk tê dîkr’a biratîyê dike,
R’eþêle jî tê göva t’op dike,
Qesta tê, hercar divê ç’ivîkê:
-Bibaxþîne min tö vê yekê…
Derewa dinê min r’ast înakir,
Eva e’cêva li serê xwe kir.
Lê ç’ivîkêr’a h’emû jî yeke,
Wî kirasîva birê nasnake.
Xeverê çetin:
1.R’eþêle- cûr’ekî teyredaye
2.Garis- cûr’ekî genime’sile
3.H’öv- h’izkirin
4.Mot’ac- lazmayî
5.Qijik- cûr’ekî teyredaye
6.Dexesî- xiravî, neheqî
7.T’ele- hacete, pê terewila, teyrada
digrin
8.Înakir- bawerkir
9.T’ovekir- sond xwer tiþtê isa neke
10.Hogir- heval
11.K’ût- nanê þewitî
12.Göva - xwedêgiravî, yanî
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Ç’ivîkê û r’eþêlê çawa biratî dikir?
3.Qijikê çi kir?
67. 4.R’eþêlê gotna qijikê çawa qebûlkir?
5.Axirîya ç’ivîkê û r’eþêlê bû çi?
6.Me’na vê þiêrê çîye?
7.Bi xeverê þiêrêye çetin cömla t’eþkîlkin û deft’era xweda
binivîsin.
Simoyê Þemo
R’ûvî r’ûvîtya dike
R’ûvîk hate h’ewþa me,
Ç’e’v li mirîþkê me.
Min gotêda: - r’ûvî, tö
Vêsvê ha zû diçî k’ö?
Sekinî, ç’e’v cûcûka,
Bê tirs aha cava min da:
-Kevanîya ç’ûk, bibaxþîn,
Îro çende bal me þîn,
Birê minî qeme-qayîþ,
T’enê r’abye, çûye aþ,
Niha dilêm birîne,
Wî diger’im, vir nîne?
Xeverê çetin:
1.H’ewþ- h’eyat
2.Kevanî- jina malê
3.Þîn- vira- þîn-girî
4.Qeme-qayîþ- vira- xemla bi qeme (cûr’ekî þûr) û qayîþ
5.Dilêm- dilê min
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezberkin û bêjin
2.Nêta þiêrê çîye?
3.Bi xeverê h’ewþ, kevanî, qeme, qayîþ cömla çêkin û binivîsin.
66
68. 67
ZIMAN
R’ASTNIVÎSAR
Rastnivîsar p’areke hînbûna zimêne. Wêda qanûnê nivîsara r’ast
têne þirovekirinê. Her zimanekî e’debyetîda r’astnivîsara wê heye.
Zimanê ÿzdîkîda nivîsara cûr’ekî t’ine. Me’nî ewe, wekî ÿzdî
hine welatada e’lîfba e’rebî (Îraq, Sûrîa), T’irkîaêda- e’lîfba
latînî, lê cimhöryetê T’ifaqa Sovêtîêye berêda- elîfba ûrisî (ki-
rilî) û çend h’erfê latînî didine xevatê.
Her elîfbek qösûr û çêtirbûnê wê hene û ew ij hev baþqene.
Firqîya wan ne kö t’enê bi cûr’ê nivîsara h’erfane, lê isa jî- ewe,
wekî her elîfbekêda xevera bi çend cûr’a dinivîsin.
Vê r’êzimana ÿzdîkîda derheqa qanûnê zimanê ÿzdîê T’ifaqa
Þêwrêye berêda nivîsare, lazime em çend qanûnê r’astnivîsara zimanê
ÿzdîkî t’omerî binivîsin.
Lazime isa jî bêjin, wekî zimanzanîêda sê qanûnê r’astnivîsarê
hene:
A. r’astnivîsara ser qanûna sewta
B. r’astnivîsara ser qanûna cûr’ezanebûnê
V. r’astnivîsara ser qanûna qirarê nivîsara t’arîxî.
Nivîsra ÿzdîa qör’nê navînda bi elîfba ÿzdîkî hatîye kirinê. Lê
dest me’nîê baþqe-baþqe elîfba ÿzdîkî, wekî ij 33 h’erfaye, hatîye
bîrkirinê û paþwextîê elîfbê e’rebî, we’dekî- ermenî, lê paþê-
latînî û ûrisî hatne xevtandinê. Nivîsara ÿzdîkî h’îmlî ser qanûna
sewtaye, ser xeverdan û gotna xeverane, lê gere em göh bidine çend
qanûnê cûr’e, h’esavê qanûnê göhastina xevera û cûr’ê wan jî
bivînin.
R’astnivîsara xevera cûr’ê h’alada
Zimanê ÿzdîkîda gelek xever sewtê “v”, “d”, “r’” û “t”-va xilazdivin
69. yanê jî- axirîa wan sewtava tê gotinê. Me’na vê yekê, çaxê
paþp’ir’tikê cûr’ê h’ala digihîje axirîya navê ha, wan xevera þaþ
dinivîsin. Wekî þaþîya nekine nav cûr’ê h’alê nav, nimûnê r’ast-
nivîsara h’alê t’evayî, h’alê hevr’a û h’alê cîwar wê bêne nivîsarê.
R’astnivîsara xevera h’alê t’evayîda
Xever, axirîa k’îjana sewta “v”-va tê gotinê, gere vî cûr’eyî bêne
nivîsarê:
Pirîstav: ez û Pirîstavva çûne þeher. Ç’e’v: belgê darê ç’e’vva
zeliqî. Zirav: k’imber bejna ziravva girêdan. Xav: pîvaz goþtê xavva
hûrke û têke k’ifte. Zîv: Simo zincîr k’ir’î û seh’eta xweye zîvva
girêda.
R’astnivîsara xevera h’alê hevr’ada
Zimanê meda xeverê isa hene, axirîa k’îjana sewtê “r, r’”-va ser
navê qismêî nêr têne gotinê û xevtandinê. Mesele: kör’, ker’, cêr’,
zêr’ û gelekê dinê.
Xeverê wa gere h’alê hevr’ada vî cûr’eyî bêne nivîsarê: kör’:
kör’r’a (min körr’a got). Ker’: Ker’r’a (K’ölik Ker’r’a çû þêr’), Cêr’:
cêrr’a (miþk qölka cêrr’a derk’et). Kevir: kevirr’a (me’r ber ke-
virr’a k’iþîya) û ê din.
Vî cûr’eyî lazime isa jî xeysetnav bêne nivsîarê, k’îjan axirîa
wan sewta “r”-va tê gotinê. Mesele, sor, kor, jîr, pîr, k’ûr, hûr û ê
dinê. Sor: Simo ber xanîyê sorr’a çû. Kor: Min göndîê korr’a nan
anî. Jîr: Ewî p’êþk’êþ xevatçîê jîrr’a þand. K’ûr: Wana neqev
bin gola k’ûrr’a qelaþt.
R’astnivîsara xevera h’alê cîwarda
Zimanê ÿzdîkîda xeverê isa hene, axirîa k’îjana sewtê “d”, “t”-va
têne gotinê. Ew xever nîvî qismî mêrin, nîvî jî- r’engnavin.
68
70. 69
a) navê qismî mêr: gönd, derd, xort, dost û ê din
b)r’engnav: r’ind, bilind, kört, xört û ê din.
Xeverê wa h’alê cîwarda vî cûr’eyî gere bêne nivîsarê: gönd:
Göndda mek’t’ev sazbûye. Xort: Dilê xortda xem û xiyal neman. Kört:
R’êzimana mine körtda cûr’ê xevera hatne þirovekirinê. Bilind: Em
dersxana bilindda hîndibûn. R’ind: Qelem destê keç’ka r’indda bû.
R’astnivîsara xevera, axirîya k’îjana sewtê
denganîva têne gotinê
Zimanê ÿzdîkîda bi me’na li hevk’etina sewtê axirîya xevera û
p’ir’tikê cûr’ê h’alê xevera gele xevera þaþ dinivîsin. Seva r’ast-
nivîsara xevera, axirîa k’îjana sewtê denganîva têne gotin, jêrê
çend qanûnê r’astnivîsara wan nivîsarin:
A. Xever, axirîya k’îjana sewta denganîye “î”-va tê gotinê, gere
h’alê hvbendîda vî cûr’eyî bêne nivsîarê:
kanî: kanîya sar, xanî: xanîyê bilind, merî: merîyê me, carî:
carîya Zînê, nêrî: nêrîyê nav pêz.
Xiravî: xiravîya wan, qencî: qencîya te, p’ir’anî: p’ir’anîya
merîyê gönd li golê bûn, þîranî: þîranîyê bûkê xwarin, mêranî:
mêranîya wan.
Serk’arî: serk’arîa göndekî, dostî: dostîya me.
Hevaltî: hevaltîya me, biratî: biratîya mileta, cîanrtî: cî-
natîya göndîya, þiavntî: þivantîya me.
NASÎ: Xeverê wa carna vî cûr’eyî dinivîsin: kanya sar, xanyê
bilind.
Axirîya navê wa, ê jorê nivîsî h’alê tewandîda isa jî gere sewta
“î” û cûr’ê tewandîda (“ê”) bê nivîsarê. Mesele: K’oma hevaltîyê.
Þöxölê biratîyê. Ava kanîyê. K’incê carîyê. Dengê mêranîyê. Xe-
vata göndîtîyê. Hacetê hostatîyê û ê dinê.
B. Xever, axirîya k’aîjana sewta denganîye “û”-va tê gotin, lazime
71. h’alê hevbendîda vî cûr’eyî bêne nivîsarê: strû: strûyê gê, mejû:
mejûyê serê wî, dû: dûyê ÿgir, r’û: r’ûyê wî, mû: mûyê sêrî.
Carna xeverê wa nivîsarêda vî cûr’eyî dinivîsin: stryê gê,
mejyê sêrî, myê bizinê, r’yê wî, dyê ÿgir.
Nivîsara vî cûr’eyî ne r’aste.
V.Xeverê qismî mêr, axirîya k’îjana sewta denganîye “a”-va tê
gotin, gere h’alê hevbendîda vî cûr’eyî bêne nivîarê: ga: gaê me, bira:
biraê min (yanê jî- birê min), ze’va: ze’vê min, ba: baê sar.
Nivsîara gayê me, birayê min, ze’vayê we, bayê sar ne r’aste.
H’alê hevbendîda van xevera vî cûr’eyî didin xevtandinê: ç’ermê
ga (yanê jî- ç’ermê gê), dengê birê (yanê jî- dengê bira), mala ze’vê
(yanê jî- mala ze’va), li ber bê (yanê jî- li ber ba), t’acê p’adþê
(yanê jî- t’acê p’adþa) û ê din.
Ev herdö nivîsar jî r’astin.
G.Zimanê ÿzdîkîda hine xever hene, axirîya k’îjana sewta “a”-va
tê gotin. xeverê isa h’alê hevbendîda axirîa xwe nagöhêzin, lê h’alê
tewandîda axirîa xwe digöhêzin. Mesele:
h’alê hevbendî: p’ira: p’ira mezin, ç’ira: ç’ira biç’ûk, þima: þima
zer, serma: serma çolê û ê din.
h’alê tewandî: þewqa ç’irê, kevrê p’irê, li ber seraê.
Nivîsara vî cûr’eyî r’aste, çimkî ew qanûna göhastina navava
girêdaîye.
D. K’oma xeverê isa heye, axirîya k’îjana sewta denganîye “e”-va
tê gotin. Mesele: gede, e’rebe, p’ere, sele, p’erde û ê din.
Xeverê wa navê ser qismî jinin, nîvî jî- ser qismî mêrin. Ew
nav h’alê hevbendî û h’alê tewandîda ser qanûna göhastina navê qismî
jin û qismî mêr têne göhastinê:
a)h’alê hevbendî: gedê k’ûçê, p’alê me, e’reba mezin, sela biç’ûk,
p’erê zêr’, p’erda dirêj û ê din.
b)dengê gede, heqê p’ale, nîrê e’rebê, nên bike selê, qazinckirina
p’era.
Nivîsara bendê a) û b)-da r’astin, çimkî ew ser qanûnê göhastina
nava hatne nivîsarê.
70
72. 71
Ê. Xever, axirîya k’îjana sewta denganîye “ê”-va tê gotin (r’ê, dê,
sirê, k’irê, sisê, girê, p’ê û ê din), gere ser qanûnê jêrin bêne nivîsarê:
Çaxê xever h’alê hevbendîda têne xevtandinê, hingê sewta “ê” tê
göhastinê û dewsa wê sewta “î” tê gotinê û p’ir’tikê hevbendî (a, ê),
gere sewta “î” bê nivîsarê:
r’ê: r’îya t’eze, dê: dîya min, p’ê: p’îyê min, sirê: sirîya te.
Dya min, p’yê min, sirya te, k’irya ot’axê, sisyê pêþin- ner’astin.
J. Xever, axirîya k’îjana sewta “ö”-va tê gotin, h’alê hevbendî
û h’alê tewandîda gere vî cûr’eyî bêne nivîsarê:
a) h’alê hevbendîda: dödö, dödê wî, tö: tê bêjî
b) h’alê tewandîda: ê döda.
R’astnivîsara xevera, k’îjanada sewta “i”
heye
Zimanê ÿzdîkîda sewta “i” sewteke gelekî ferze. Ew sewta banga
die’frîne û nav xeverê yekbangî, döbangî, p’ir’bangîda p’eydadive.
R’astnivîsara vê sewtê nivîsarêda gelekî ferze.
1) sewta “i” nav xeverê yekbangîda: dil, mil, zil, kil, çir’, gir’,
liv, bisk, miþk, ç’ilk, giþk, piþt, sist, diz, piþt û ê din.
2) sewta “i” xeverê döbangîda: bilind, biþkok, bih’ok, bihar, ç’ira,
bira, diran, sivik, ziman, bizin, sîtil, bizir, bizûz, dizîn, dilÿþ,
kirin, birin, köþtin, mirin, birîn, bir’în, dijmin, mezin, þîrin,
gazin, h’esin, bilbil, A’dil, Bek’ir, Nadir, Xidir, Simo, þivan, gizêr
û ê din.
3) sewta “i” xeverê sê-çar bangîda: zivir’în, filitandin, niqi-
tandin, mijmijk, vegevizandin, r’axistin, nitirandin, p’ir’p’itîn,
þêlandin û ê din.
Bi me’na göhastina cûr’ê xevera sewta “i” van xeverê jorinda
carna indadive, carna jî- cîê ser xwe dimîne. A lema jî carna
dinivîsin: dilê min û dlê min, milê min û mlê min, milê wî û mlê
wî, binê malê û bnê malê, birê min û brê min, sîtila avê û sîtla
73. avê, goþtê bizinê û goþtê biznê, mezinê gönd û meznê gönd ê gelekê
din.
Bona nivîsara xevera cûr’ekîve, xwe qirarekê bigrin.
A. h’emû xeverê yekbangî, k’îjanada sewta “i” heye, gere h’alê
hevbendîda û tewandîda sewta “i” bernedin, binivîsin.
Mesele dil: dilê min, agir k’ete dil, derdê dila, mil: milê
min dÿþe, ewî dest avîte milê min, min: bide min, minê bigota,
xûþka mine biç’ûk û ê din.
B. h’emû xeverê döbangî, k’îjanada sewta “i” heye, h’alê
tewandîda û hevbendîda bangê paþinda sewta “i” indadikin. Mesele:
bizin hat, þîrê biznê, göndê mezin, meznê gönd, sîtil k’et, sîtla avê,
çêkirin ne tiþtekî r’eh’ete, çêkirna malê, heqê çêkirnê, Bek’ir hat,
Bek’rê E’mo, Ew çû cem Nadir, Nadrê Xödo û ê din.
V. sewta “i” h’alê tewandîda û hevbendîda li bangê paþin, ê
xeverê sê-çar bangî, indadive. Mesele: neqiþandin: neqþandina
dîwêr, dermanê neqþandinê, nivîsandin: nivîsandna k’itêvê, qelema
nivîsandnê û ê din.
Wekî nivîsara xeverê döbangî, sêbangî û çarbangî cûr’e-cûr’e
nenivîsin, lazime wan h’alê r’astda, h’alê hevbendîda û h’alê
tewandîda cûr’ekî binivîsin, bangê wane paþinda sewta “i”
binivîsin. Mesele: Bizin hat, bizna r’eþ, þîrê biznê, mezin hat,
meznê gönd, gazî mezna bike, xwendin r’eh’ete, k’itêva xwendnê,
xwendna k’itêvê û ê din.
R’astnivîsara xeverê döcarkirî
Zimanê ÿzdîkîda gele xeverê döcarkirî hene. Wan xevera
nivîsarêda cûr’ekî nanivîsin, wana dö-sê cûr’a dinivîsin. Wekî
wan xeverê döcarkirî cûr’ekî binivîsin, jêrê çend qanûnê r’ast-
nivîsara k’omê xeverê döcarkirî, baþqe hatine nivîsarê.
A. Xeverê döcarkirî, k’îjan fikira wan kirin û bûyînêr’a girê-
daîye, lazime baþqe binivîsin, nav wanda cig’îzê daynin. Nivîsara
döcarkirî û cig’îz navda nîþandikin, wekî xever ser fêla tê h’e-
72
74. 73
savkirinê û fêla “kirin”-va yan jî “bûn”-va zimênda didine xevtan-
dinê. Ew xever evin:
R’eqe-r’eq, t’eqe-t’eq, vize-viz, qîje-qîj, nale-nal, zare-zar, vir’e-
vir’, gir’e-gir’, p’iste-p’ist, girme-girm, vinge-ving, ç’ize-ç’iz, xöþe-
xöþ, vije-vij, gize-giz, fir’e-fir’, xöle-xöl, qaje-qaj, qûje-qûj û
gelekê din.
Nivîsara van xevera vî cûr’eyî nîþandike, wekî ew xever fikira
xwe fêlava girêdayîne û ew giþk nîþandikin, kö kirin yan jî bûyîn
pey hev diqewime: qîje-qîj kirin nîþandike, wekî pey hev dikine
qîjîn.
B.Xeverê döcarkirî, axirîa k’îjanada paþp’ir’tikê –ok, -k, -î,
-andin, -stan, -otankî têne gotinê, lazime wana t’ev hev binivîsin,
çimkî ew xever, giþk mînanî nava yan jî mesdera têne xevtandinê û
fikira wan navar’a girêdaîye, mesele:
a)Qölqölkî, sorsorkî, bir’bir’kî, hûrhûrkî û ê din.
b)Sorsorî, qölqölî, hûrhûrî, r’eþr’eþî, bir’bir’î, þaxþaxî, zol-
zolî û ê din.
v)Gezgezk, mijmijk, xaþxaþk, r’eþr’eþk, zerzerk, me’zmezk,
kir’kir’k, p’ir’p’ir’k û ê din.
g)Mijmijok, gezgezok, fir’fir’ok, k’enk’enok, birqbirqok,
qar’qar’ok, ginginok, leqleqok, bilbilok û ê din.
g’)P’ir’pitîn, ximximîn, xölxölîn, qicqicîn, milmilîn, göl-
gölîn.
d)P’ir’pitandin, ximximandin, xölxölandin, gölgölandin, gir’-
gir’andin, qicqicandin û ê din.
ê)Gor’-gor’istan, dar-daristan, çol-çolistan, ç’îya-ç’îyastan-
germ-germistan û ê din.
R’astnivîsara jimara
Zimanê ÿzdîkîda çend xeverê jimara hene, wekî carna r’ast
nanivîsin. Ew xever evin: deh, sed û çend xeverê jimarê bargiranî.
1) xevera deh baþqe dö cûr’a dinivîsin: de û deh. Isa jî xeverê
jimarê bargiranî, k’îjan bi alîk’arîa jimara deh çêbûne, dö cûr’a
75. dinivîsin,
2) yanzde, donzde, sê(n)zde, çarde, panzde, þanzde, h’ivde, h’îjde,
no(n)zde,
3) yanzdeh, donzdeh, sêzdeh, çardeh, panzdeh, þanzdeh, h’ivdeh,
h’îjdeh, no(n)zdeh.
Nivîsra ber 2)-a r’aste, isa jî binivîsin.
4)Xevera sed baþqe dinivîsin sed, lê xeverê bargiranî, k’îjan bi
alîk’arîa wê hatine çêkirinê, dö cûr’a dinivîsin:
a)dösid, sêsid, çarsid, pênsid, þesid, h’evsid, h’eysid, nesid
b)dösed, sêsed, çarsed, pêncsed, þeþsed, h’evtsed, h’eyþtsed,
nehsed
5)Lazime hergav binivîsin: dösid, sêsid, çarsid, pênsid, þesid,
h’evsid, h’eysid, nesid. Ev cûr’e r’astin.
R’astnivîsara fêla
H’emû fêlê h’îmlî, fêlê e’firandî û fêlê bargiranî çawa mes-
der (navê kirinê û bûyînê) h’alê r’astda, h’alê tewandîda û h’alê
hevbendîda gere cûr’ekî bêne nivîsarê, xêncî wê yekê, gere p’arê
fêlê bargiranî jî wan h’alada t’ev hev binivîsin.
1)fêlê h’îmlî: hatin: hatin û çûyîn ne r’eh’ete,/ hatina me
baþbû,/ çaxê hatinê em ne li wê derê bûn: k’etin û r’abûna wan:/
k’etina darê, wexta r’êk’etinêbû û ê din.
2)fêlê e’firandî, k’iþandin: k’iþandina avê,/ r’evandin, r’e-
vandina jinê,/ r’oja r’evandinê,/ ger’andin: ger’andina h’espê,/
h’espê bide ger’andinê,/ nivîsandin: nivîsandina k’itêvê,/ k’itêv
hate nivîsandinê û ê din.
3)vekirin: vekirina dêrî,/ derî dane vekirinê,/ gazîkirin:
gazîkirina mêra,/ çaxê gazîkirinê,/ azabûn: r’oja azabûnê hatîye,/
hazirkirin: hazirkirina þöxöl,/ bona hazirkirinê lazime k’omekê
bidin,/ naskirin: naskirina me,/ ewî em dane naskirinê û ê din.
H’emû cûr’ê we’deda gere p’arê fêlê bargiranî ê bi alîk’arîa
pêþp’ir’tika û fêlê h’îmlî t’ev hev binivîsin, mesele: vekirin:
venekir, vedikir, vekirbû, vekirîye, vedikim, venakim,/ r’axistin:
74
76. 75
r’axist, r’anexist, ra’dixist, r’anedixist, r’axistibû, r’am(n)exe,
r’axe, r’anaxim,/ wergirtin: wergirt, wernagirim, wernegirt,
werdigirt, werdgirim, wergire û ê din.
R’astnivîsara fêlê bargiranî
Fêlê bargiranî, k’îjan ij nav û fêla hatine çêkirinê, bi vî
cûr’eyî dinivîsin:
Nava k’êleka fêla hinekî dûr dinivîsin. Mesele: hazirkirin:
min hazirkir, te hazirkir, min hazirdikir, ezê hazirkim, min
hazirkirîye, ewê hazirdike, minê hazirkira,
Hînkirin: ez hînbûm, min hîndikir, tö hînve, ew hîndive, ez
hînbûme, ew hînnave, ewê hînbûya û ê din.
Fêl, k’îjan bi alîk’arîa fêlê kirin, bûn û xeverê döcarkirî
hatine e’frandinê, gere bi vî cûr’eyî bêne nivîsarê. Nav xeverê
döcarkirîda gere cig’îz bê danînê, fêlê k’omekê (kirin, bûyîn)
gere baþqe bêne nivîsarê. Mesele: nale-nalkirin, dike nale-nal,
kire nale-nal, dikire nale-nal, m(n)eke nale-nal, nakme nale-nal,
bikime nale-nal, bikira nale-nal.
H’emû fêlê ij döcarkirina xevera û fêlê kirin û bûn tên
p’eydakirin, gere mîna nivîsarê jorê nivîsî (kirin nale-nal)
bêne nivîsarê.
H’emû fêlê bargiranî (wekî bi alîk’arîa pêþp’ir’tika û
cûr’e-cûr’e xevera hatine çêkirinê), çaxê çawa mesder têne xev-
tandinê, gere pêþp’ir’tik, xever û fêlê ardimîê t’evhev bêne
nivîsarê. Mesele: çaxê vekirina dêrî, r’axistina lih’êfê, hil-
girtina bar, wergirtina xevera, hazirkirina nên, vexwarina avê,
gazîkirina mêra, çêkirina xevera, avakirina mala, hînkirina
zar’a, r’êxistina xorta, lêdana defê, e’yankirina pirsa,
dûrk’etina me, nêzîkbûna wan û ê din.
77. R’astnivîsara fêlê döbangî
Fêlê döbangî, ê derbaznebûyî, k’îjan p’ir’tika “în”-va têne ber
ç’e’va çawa mesder, nivîsarêda h’îmê wan wextê berê bihörî dö cûr’a
dinivîsin:
Mesder h’îmê berê
fir’în fir’î
ger’în ger’î
girîn girî
bezîn bezî
r’evîn r’evî
nivsîara wê wextê berêda
a)fir’îya b)fir’ya
ger’îya ger’ya
girîya girya
bezîya bezya
r’evîya r’evya.
Cûr’ê nivîsara ber stûna a) hatîye nivîsarê, r’aste, gere mîna wê
jî h’emû fêlê döbangî wextê berê bihörîda bêne nivsîarê, mesele, ez
ger’îyam, ew ger’îya, ezê biger’îyama, tê biger’îyayî, ew diger’îya û
ê din.
R’astnivîsara cûr’ê we’dê berê û niha
Cûr’ê we’dê berê-niha nivîsarêda dö cûr’a dinivîsin. Mesele:
a)ez hatime b)ez hatme
tö hatî tö hatî
ew hatîye ew hatye
em, hûn, ew(ana) hatine em, hûn, ew(ana) hatne
min kirîye min kirye
te stendîye te stendye
me kirîye me kirye
76
78. 77
Nivîsara ber stûna a)-da r’aste, gere wî cûr’eyî jî binivîsin.
Xever, axirîya k’îjana sewta denganîye “î”-va tê gotinê, cûr’ê
fêla heyînê gere vî cûr’eyî bêne nivîsarê: göndî: ew göndîye,/ merî:
ew merîye,/ dewletî: ew dewletîye,/ belengazî:ew belengazîye,/
t’arîqî: ew þöxölê t’arîqîye û ê din.
Vegöhastinêda fêla bûn (bûyîn) dö cûr’a tê gotinê:
1)cûr’ekî sewta “b”-va tê gotinê. Mesele: dibûm, dibûyî, dibû,
dibim, dibî, dibe, bibim, bibî, bibe.
2)cûr’ekî jî- sewta “v”-va tê gotinê. Mesele: divim, divî, dive,
divûm, bivim, bivî, bive.
Mesele: ez bûm, tö bûyî, ew bû, em bûn, ew(ana) bûn, ez dibûm, tö
dibûyî, ew dibû, ez divim, tö divî, ew dive, em, hûn, ew(ana) divin, ezê
bivim, tê bivî, ewê bive, emê, hûnê, ewanaê bivin, wekî tö bibûyayî,
wekî ew bibûyana.
Döcûr’enivîsara xevera
Van xeverê jêrin dö cûr’a dinivîsin:
1)Sebeb, sibe, h’esab, xebat, xebitîn, xebitandin, k’itêb, mek’t’eb,
dibêje, dibîne û ê din.
2) Sevev, sive, h’esav, xevat, xevitîn, xevitandin, k’itêv, mek’t’ev,
divêje, divîne û ê din.
Nivîsara van xevera benda 1)-da ne r’aste.
Nivîsara r’ast nivîsara ne r’ast
sive, sivê sibe, sibê
sevev, sevevî sebeb, sebebî
h’esav, h’esavdar h’esab, h’esabdar
mek’t’ev mek’t’eb
k’itêv, k’itêvxane k’itêb, k’itêbxane
cav, cavdar cab, cabdar
xevat, xevitîn xebat, xebitîn
79. xevitandin xebitandin
divêje, divêjim dibêje, dibêjim
dive, divin dibe, dibin
divîne, divînin dibîne, dibînin
h’ev, h’evek h’eb, h’ebek
xever, xeverdan xeber, xeberdan
nove, nobe
novedar nobedar
Sîavend Sîabend
R’astnivîsara pêþp’ir’tikê “di” û “bi”
Ÿzdîkîda çend fêl hene, wekî h’îmê wan sewta “ö”-va tê gotin. Ve-
göhastina fêlê isada pêþp’ir’tikê di û bi dest sewta “b” dinivîsin,
dö, bö, mesele, döxöm, böxöm, döþöxölim, böþöxölöm, dököjim,
bököjim û ê din.
H’emû cara, çaxê vegöhastina fêlê wa isa jî fêlê din gere
pêþp’ir’tikê di û bi her t’enê çawa dö, bö bêne nivîsarê.
Ÿzdîkîda çend xeverê isa hene, k’îjana dö cûr’a dinivîsin:
1)diröst 2)dörist
h’inör h’önör
h’ibir h’öbir
þixöl þöxöl
bihör’ böhör’
h’ikmet h’ökmet
h’ikim h’ökim û ê din.
R’astnivîsara bernava û p’evgirêka
Dest zûxeverdanê bernava û p’evgirêka xeverê pêþinva divêjin, a
lema jî nivîsarêda wana t’evhev dinivîsin, lê r’astîyê lazime ij
hev cöda binivîsin.
78
80. 79
1)Nivîsara bernava t’ev hev 2)baþqe nivîsara bernava
digel, ligel di gel, li gel
dibin, ijbin di bin, ij bin
liser, ijser li ser, ij ser
linav, ijnav, dinav li nav, ij nav, di nav
lijêr, ijjêr li jêr, ij jêr
lipêþ, ijpêþ li pêþ, ij pêþ
berbi ber bi
lipaþ, ijpaþ li paþ, ij paþ
liber, ijber li ber, ij ber.
Nivîsara benda 2)-da r’aste.
1)Nivîsara p’evgirêka t’ev nava:
isajî, mijî got
ezûtö, xûþkûbira.
2)Nivîsara p’evgirêka baþqe:
isa jî, min jî got
ez û tö, xûþk û bira.
Nivîsara 2)-da r’aste, gere isa jî binivîsin.
Xeverê ûrisî, k’îjan bi sewta “å” têne gotinê û k’etivne nav zi-
manê me, gere nivîsarêda dewsa “å” binivîsin “s”- sosîalîzm, stansîa,
sîrk, prosês, sêntnêr, provokasîa û wekî din.
Nivîsara sotsîalîzm, stantsîa, tsîrk, protsês, provokatsîa ne
r’aste.
81. BIHAR
Cemalê Ûsiv
(1956)
Bik’en, bik’en, lawê min
Bik’en, bik’en, lawê min,
K’enê te çiqas xweþe,
Bira bin wî k’enê te
Dinê-a’lem bimeþe.
Bengzê teyî eþq û þa
Dinîa li min r’onkirîye.
Ev beþera teye xweþ,
H’iþ û sewda min birîye,
Bik’en, bik’en, lawê min,
Isa eþq, þa bik’ene,
Wekî dinya meye mezin
T’emam ter’a eþqlûve.
Xeverê çetin:
1.Bimeþe- pêþda her’e
2.Bengiz- k’êf
3.Beþer- k’êf , meriv
4.Sewda- aqil
5.Eþqlû- þa
Pirs û pêþdanîn:
1.Þayîr çi divêje lawê xwe?
2.Þiêrê ezber hînvin û bêjin.
80
82. Cemalê Ûsiv
BERF
Berfa sipî
Qerqaþ-qerqaþ,
Nermik, hêdî,
Jorda hat xar.
E’rd û xwelî,
Deþt û zinar,
Ç’îya û banî
T’ev bûn sipî.
Ez hêdîka,
Ez eþq û þa
Ij wê berfê
Dikim pirsa:
-Çir’a isa
K’aw-k’öbarî,
Çaxê jorda
Nerm dibarî,
Kölîê te
Isa p’ir’in,
Not’la dör’in?
Berfê þa-þa
Cava min da:
-Kölîê mine
Cûr’e-cûr’e
Xweþ biharê
Divin kölîlk,
Göl û sosin
Û hêþnayî.
Xeverê çetin:
1.Qerqaþ- sipî
81
83. 82
2.Kölî- kölîê berfê
3.Dör’- kevrê qîmetlî, wekî be’rê derdixin
4.Göl û sosin- kölîlkin
5.Hêþnayî- þînkayî
Pirs û pêþdanîn:
1.Þayîr hatna berfê çawa tîne ber ç’e’va?
2.Berfê çi kir?
3.Þayîr ij berfê çi pirsî?
4.Berfê cava xwe çi da?
5.Þiêrê hînvin û ezber bêjin
ŸZDÎ CIMHÖRYETA ERMENÎSTANÊDA
(sala 1989-a)
ÞEHER HEJMARA ŸZDÎA
1.R’ewan 7086
2.Abovyan 465
3.Alavêrdî 9
4.Erznî 143
5.Byûrêg’avan 55
6.Eþterek 83
7.Ararat 54
8.Ert’îk 64
9.Artaþat 262
10.Gorîs -
11.Dîlîcan 186
12.Ÿcmîazîn 1007
13.Îcêvan 1
14.Gömirî 325