• Kurmancî

35
-1

Published on

0 Comments
0 Likes
Statistics
Notes
  • Be the first to comment

  • Be the first to like this

No Downloads
Views
Total Views
35
On Slideshare
0
From Embeds
0
Number of Embeds
0
Actions
Shares
0
Downloads
0
Comments
0
Likes
0
Embeds 0
No embeds

No notes for slide

• Kurmancî

  1. 1. Divê meriv hatina dema rêûrisma hecê eyda mezin ya umeta îlsamê bihesibîne. Derfeteke xenîmet e ku ev rojên giranbuha hemû sala ji bo misilmanên dinyayê pêk tîne, kîmyayeke moicizeker e ku ger qedrê wê bê naskirin û wisa ku hêja ye were bikar girtinê yê gelik xisarên cîhana îslamê ji holê rabin û pirsgirêk çareser bin. Hec kaniya kerema ilahî ye. we heciyên bextewer niha yeko yeko ev şansê bilind bidest xistiye ku li vê rêûrisma tijî sefa û meinewiyetê, dil û canê xwe baş bişon û ji vê çavkaniya rehmet, rûmet û qawetê zexîreyekê ji bo tevayê emrê xwe hildin. tewazo û teslîmbûna li hibmerê xwudayê rehîm, sozdariya derheq erkên ku ketine ser milê misilmana , coş û geşatî û hereket û kiryarên li karên ol û dinyayê, rehm û efûkirin li himberê biraderan, wêrekî û xwebaweriya li himberê bûyerên dijwar, hêviya li alîkarî û destgirtina xwudê li her der û her tiştî û bi kurtasî xwe amadekirina insanî li gor esasa misilmantiyê hûn dikarin li vî warê ilahî yê fêrbûn û perwerdeyê ji bo xwe bidest bixin û insanê xemilî bi van xemla û sûdwergirtî ji wan zexîreya ji bo welatê xwe ji bo miletê xwe û aqubet ji bo umeta îslamî wek diyarî bibin. Umeta Islamê roja îro zêdetir hewcedarê wan insana ye ku raman û kiryarên li rex îman û sefa û ixlas û berxwedana li hibmerê dijminên bikîn li kêlega xwesazkirina meinewî û rûhî pêk bînin. Eva tenê riya rizgariya civaka mezin ya misilmana ji wan pirsgirêk û tûşbûna ye ku an bi awayek aşkera bi destê dijmina û an bi sistiya viyan û îmanê û besîretê ji mêj ve nuqumî nav wan bûne. Bê şik serdema niha dewrana hişyarî û nasname peydakirina misilmana ye, meriv dikare vê rastiyê ji nav wan pirsgirêkên ku welatên ilsamî pêrgî wan bûne jî bi aşkerayî bibîne. Hema li vê rewşê ye ku viyana bi palpiştiya îman û tewekula li xwudê, besîret û tevdîrê dikare miletên misilman li himberê van pirsgirêka ser bixe û serfiraz bike û rûmetê bide çarenûsa wan. Bereya himber, ku nikare rabûn, hişyarî û rûmeta misilmana bibîne, bi hemû hêza xwe hatiye meydanê û ji tevayê alavên ewlehî, rewanî, eskerî, aborî û propagandê ji bo sistkirin û serkutkirina misilmana û mijûlkirina wan li xwe sûdê werdigre. Eger em bala xwe bidin ser rewşa welatên rojavayê Asiyayê ji Pakistan û Efganistanê bgire heta Sûriye, Iraq û Filistîn û welatên derdora Kendava Farsê û welatên bakûra Afrîqayê ji Lîbî, Misr û Tûnisê heta Sûdanê û hin welatên din, gelik rastî ji me re aşkera dibin. Şerên navxweyî, te'sîbên çavgirtî yên dînî û mezhebî , bêistiqrariyên siyasî, berfirebûna terorîzm û dilreqiyê, pêkhatina gurûp û bereyên radîkal ku bi şêwza qewmên hov yên dîrokê singê insanan diqelişînin û dilê wan bi diranan didirrînin, çekdarên ku jin û zaroka dikujin, serê mêran dibirrin û dest davêjin namûsa xelkê û heta hin cara van kiryarên rezîl û van cinayetan, ser navê olê û di bin ala olê pêk tînin, evana gişk hasila nexşeya şeytanî û istikbarî ya servîsên sîxorî û ewlehiya biyaniyan û kesên ser bi wan yên nav hikûmetên menteqê ye ku derfetên guncaw yên navxweiye welata îmkana qewimînê peyda dikin û miletan rojereş dikin û şîrîniyê di devê netewan de tal dikin. Bêguman li rewşeke wiha de meriv nikare çav li rê be ku welatên islamî valatiyên xwe yên madî û meinewî tijî kin û ewlehî, rihetî û tenahî, pêşketina zanistî û iqtidara navnetewî ku bereketên hişyarî û nasname peydakirinê ne bidest bixin. Ev rewşa dijwar dikare rabûna islamî bêhasil bike û amadetiya rûhî ya pêkhatî li cihana Islamê zeyî û pûç bike û carek din misilmana bi salan têxe paşdemayîn û tecrîd û sistiyê û meselên sereke û giring yên wan yên mîna rizgarkirina Filistînê û miletên misilman ji bin lepên Amerîka û Rejîma Siyonîst ji bîr bibe. Meriv dikare rêçareya bingehîn li du hevokên kilîdî bi kurtasî bêje ku her du ji dersên herî berbiçav yên rêûrisma hecê ne: Ewil: Yêketî û biratiya misilmana di bin alaya tewhîdê Duyem: naskirina dijmin û sekinîna li hibmerê nexşe, pîlan û şêwazên wan
  2. 2. Xurtkirina rihê biratî û hevdiliyê dersa mezin ya hecê ye. Di vê rê û rismê da heta gengeşe û tundaxivtina li himberê insanên din qedexe ye. Kinc û cilên wekhev, kiryar û hereketên wekhev û bi dilovanî, li vir jî tê wateya biratî û beranberiya tevayê wan kesa ku baweriya wan li navenda tewhîdê heye û dilê xwe pêva girêdane. Ev bersiva aşkera û zelal ya Îslamê li himberê wê fikr, bawerî û teylîfê ye ku gurûpeke misilmana û bawermendên ke’ibe û tewhîdê derveyî cixêza Islamê bizane. Kesên tekfîrî ku roja îro bûne pêlîstoka siyaseta Siyonîstên xeddar û piştgirên wan yên rojavayî û cinayetên giran dikin û xwîna misilmana û bêgunehan dirjînin û hin kesên ku îdiaya dîndariyê û di kincê melatiyê de agirê nakokiya di navbera Şîe û suniyan de gurr dikin bila bizanibin ku nefsa rêûrisma hecê îdiaya wan batil dike. Ez jî wekî piraniya zanyarên îslamê û dilsojên umeta îslamê carekî din radigihînim ku her gotin û kiryara ku bibe sebaba nakokiya navbera misilmanan, yan bibe sebeba bê hurmetiya li nirxên pîroze her gurûpek ji misilmana, yan mezhebekî îslamî kafir bihesibîne, wan cure gotin û kiryaran xizmeta bo kafir û muşrikan û bêbextiya derheq îslamê û heramek şer’î (olî) dizanim. Nasîna dijmin û şêwazên wî faktora duyemîn e. di vir de mesela ewil evaye ku nabe mirov ji wicûda dijminê bi kîne xafil be û merasima sembolîke Remiya Cemerat yan ku avêtina keviran ber bi sembola şeytan li merasima hecê da ku çend caran cî têt nîşana sembolîke agahdariya ji wicûda dijmin e. babeta duyemîn eva ye ku li mijara nasîna dijminê serekî ku roja îro hemen eniya zorbêj o îstikbara cîhanî û pergala cinayetkare siyonîsmê ne, nabe mirov şaşîtiyê bike. Babeta sisêyan evaye ku şêwazên vî dijminê bi kîn ku, çêkirina nakokiyan navbera misilmanan, berfireh kirina fesada siyasî û exlaqî, gef xwarina li zanyaran û hewil dana bo xapandina wan, zextên abûrî ser miletan û çêkirina şik û gumanan li bawerên îslamî da ne, divê bibaşî bêne nasîn û hêzên ser bi wan jî bi vî awayî bêne nasîn. Hikûmetên îstikbarî û di serî de jî Amerîka bi alîkariya dezgeh û amêrên ragihandin û medyayên pêşketî û berfire, rûyê xwe yê rastîn vedişêrin û bi îdiaya piştgirî û berevaniya ji mafên mirovan û demokrasiyê , reftareke xapokîn derheq raya giştî ya netewên cîhanê digirin ber xwe. Ewna li rewşekê de ji mafên netewan diaxivin ku netewên misilman her roj zêdetir ji berê bi can û cismê xwe va agirê fitneyên wan his dikin. Bi berê xwedana ser rewşa netewê mezlûme Filistînê ku bi dehan sal in her roj birîna cinayetên rejîma siyonîstî û piştgirên wê ser cism û canê xwe his dike, an bi berê xwe dana ser rewşa welatên wekî Efxanistan, Pakistan û Iraqê ku terorîzma pêkhatî ji ber siyasetên îstikbarê û kirêgirtî û hogirên wê, jiyan li netewên welatên hanê tal kiriye an bi berê xwe dana ser rewşa Sûriyê ku guneha wê tenê piştgiriya ji tevgera berxwedana li hember siyonîzmê ye û ji ber viya bûye hedefa kîn û nefreta serdestxwazên navneteweyî û pêvegirêdayiyên navçeyiye wan û ew tûşî şerê navxweyî hatiye, an bi berê xwe dana ser rewşa Behreynê û Miyanmarê ku her yek bi awayekî misilmanên rojreşe wan welatan hatiine ji bîr kirinê û dijminên wan jî têne piştgirî kirinê, an jî bi berê xwe dana ser rewşa netewên din ku ji aliyê Amerîka û hevgirtiyên wê her gav pê êrişa eskerî an boykotên abûrî û xirabkariya ewlehiyê tên tehdîd kirinê, mirov dikare rûyê rastîne van serkirdeyên pergala serdestxwaz bibîne û wê nîşanî hemûyan bide. Jêhatî, nuxbe û kesayetiyên siyasî û çandî û olî li gişt deverên cîhana Îslamê divê xwe ji bo aşkera kirina van rastiyan wezîfedar bizanin, eva wezîfeya exlaqî û oliye me hemûyan e. Welatên bakura Afrîqayê ku heyf û mixabin roja îro ketine ber neyarî û dijberiyên kûre navxwe , divê zêde ji gişkan vê berpirsatî û wezîfa mezin, yanî naskirina dijmin û naskirina şêwaz û fêl û fendên wê berçav bigirin. Berdewamiya nakokî û neyariyên di navbera tevger û gurûpên netewî
  3. 3. û berçav negirtina tehlukeya şerê navxwe li van welatana, tehlukeyeke mezin e ku xisarên wê ji bo umeta Îslamê bi van zûtiyan qet nayê cebirandinê (cubran kirinê). Helbet me ti şik û guman tine ku netewên rabûyî yên wê navçê ku rabûna Îslamî xistin rojevê, bi îzna Xwedê teala, qet nahêlin ku dem û wext vegere paşda û dewrana hakimên fesadkar , pêvegirêdayî û dîktator dîsa dubare bibe, lêbelê berçav negirtin û ji bîr kirina rola qawetên îstikbarî li warê fitnekariyan û mudaxileyên xopan, wê karê wan dijwar bike û wê dewrana şeref û serbilindî û ewlehî û tenahiyê bi salan paşda bêxe. Me ji dil ve baweriya xwe li karîn û şiyana netewan û qaweta ku Xwedayê hekîm li viyan û îman û besîreta gişt gelan daniye, heye û me ev tişta li zêde ji sê deh-saliyên emrê (temenê) Komara Îslamiye Îranê bi çavên xwe dîtiye û bi gişt hebûn û wicûda xwe me ew ceribandiye . Xebata me, vexwendina gişt netewên misilman e ji bo berçavgirtina vê tecrube û destkevta birayên wan li vî welatê serbilind û bêrawestan (Îran) e. Ji Xwedê teala xêr û selaha misilmanan û ji holê rabûna kîna dijminan dixwazim her wiha ji Xwedê teala dixwazim heca we qebûl bibe û daxwaziya saxlemiya cism û ruhê we dikim û her wiha hêvîdarim ku ev heca ji gişt heciyên mala Xwedê teala re bibe zimhêreke dewlemende menewî . Weselamu Eleykum we Rehmetullah Seyid Alî Xamineyî – 5’ê meha Zilhece ya sala 1434 hevdemê 19 Mêhr meha 1392

×